Di nava salekê de li Îranê 68 jin hatin darvekirin

Raporên salane ya binpêkirinên Mafên Mirovan eşker kir ku di nav salekê de herî kêm 68 jin li Îranê hatine darvekirin. Her wiha Raporê diyar kir ku ev nîşaneya tundûtujiya pergalî û sînordar kirinên qanûnî li dijî jinan e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora salane ya binpêkirina mafên mirovan, di navbera salên 2025-2026’an de herî kêm 68 jin ji ber polîtîkayên bipergalî yên tudûtujiya li dijî jinan hatine darvekirin.

Sazî û rêxistinên mafên mirovan van binpêkirinan wek encamên rasterast a avahiya qanûnî û civakî ku jinan vediguhere asta duyemîn di civakê de û wan bi tundûtûjî û mirinê re bihêle, dibînin.

Rêxistin û saziyên mafên mirovan ragihandin ku Îran di sala borî de rekora darvekirina jinan li seranserî cîhanê şikand, di dema lêkolînkirina dosyayên darvekirinê de, tê diyar kirin ku gelek ji wan jinan bûne qurbanên tundûtûjiya malê, zewaca di temenê biçûk û bi zorê, feqîrî yan jî dozên girêdayî, bikaranîna madeyên hişbirê.

Çalakvanên mafên jinan dibêjin ku pergala dadwerî û qanûnên heyî yên Îranê, jinbûnê wekî pêvek û li kêlekê mayînê şîrove dike û ev jî dibin sedem ku jin dema xwestin bigihên mafê berdanê an jî parastina qanûnî û xweparastinê rastî sînoran tên. Li gorî pisporan, sînordakirinên mafan bûn sedem ku gelek jin divan deh salan de ji ber şet û mercên tundûtujiya ku jiyan dikin, kiryarên ku pê xwe yan jî zarokên xwe biparêzin bikin, pişt re bi tewanên kuştina mêr tên sucdarkirin, di dawiyê de jî tên darvekirin.

Her weha rêjeyek berbiçav ji wan jinên ku hatine darvekirin, jinên di temenên zarokatiyê de bi zorê hatine zewicandin û ji ber zextên derûnî û civakî yên jiyana bi zorê, sûc kirin, jinên ku ji ber bikaranîna madeyên narkotîk de hatinedarvekirin.

Parêzer û çalakvanên civakî hişyar dikin ku ger ev rêbaz bidome, ne tenê tundûtûjiya dewletê ya li dijî jinan nîşan dide, her wiha  mafên mirovî û edaletê li Îranê bi awayekî cidî tehdîd dike û hewcedariyeke lezgîn bi reformên qanûnî û piştgirîya jinan weke pêdivî heye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku ev rapor rewşên darvekirinê ji 21 Adara 2025’ heya 21 Adara 2026’an tomar dike.