Di nava 6 mehan de li Îranê 10 jin hatine darvekirin

Li Îranê zext û binpêkirinên li dijî jinan berdewame. Li gor daneyên nefermî, di nava şeş mehên borî de rejîma Îranê 10 jin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Îran ji ber siyasetên xwe yên mêtinger roj bi roj zext, binpêkirinên li dijî jinan berdewam dike, Li gora daneyên nefermî yên ajansên navxwe yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê parev kirin, di şeş mehên borî de di girtîgehên cûda yên Îranê de cezayê darvekirinê li 10 jinan hatiye birîn.

Li gor heman çavkaniyan, 4 ji wan jinan bi sûcê kuştina bi zanebûn, 6 jin jî bi sûcê karanîn û bazirganiya madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatine birîn.