Di nav şerê dijwar de ji bo zarokan cihek bi ewle: El-Wefaa
Rêvebera projeya "Gundê El-Wefaa" û pisporê axaftin, rehabîlîstasyon û perwerdeya taybet Wefaa Ebû Celalê ji bo zarokên sêwî cihekî ku zaroktiya xwe bijîn ava kir û piştevaniya wan dike.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Li Xezayê ji ber şer veguheriya kavilan û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê yên nêzî sal û nîv e berdewam kir, li dû xwe bi hezaran zarokên sêwî hişt. Însiyatîfek mirovî bi navê "Gundê El-Wefaa ji bo lênêrîna sêwiyan" derket holê. Ev proje ji bo bibe çirûska hêviyê di jiyana zarokên sêwî yên Xezayê de hatiye destpêkirin.
'Ji bo zarokan pêdivî bi piştgirî û rehabîlîtasyonê heye'
Rêvebera projeya "Gundê El-Wefaa" û pisporê axaftin, rehabîlîstasyon û perwerdeya taybet Wefaa Ebû Celalê ku xwediyê vê însîyatîfê bû armancên xwe yên der barê vê fikrê de diyar kir û got: "Di destpêka şerê ku hatiye qewimandin de li stargehan min piştevaniya derûnî ji zarokan re pêşkêş dikir. Min dît bi çi hovîtiyê zarok ji germahiya malbatên xwe bêpar mane û di nava şer de sêwî mane. Ji ber vê, min xwest însiyatîfa xwe berfirehtir bikim. Hewcehiya van zarokan bi alîkarî, piştevanî û rehabîlîstasyonê heye divê ku zaroktiya xwe careke din bijîn."
'Bi kona rengîn dest bi projeyê kir'
Wefaa Ebû Celalê bi riya kona rengîn dest bi vê însîyatîfa xwe kir û got: "Di nava konên koçberiyê de bi konek ku min rengerengî kiriye dest bi piştevaniya zarokan kir. Di nava dorpêç û derfetên kêm, peydakirina amûran de dîsa min ji tunebûn hebûn afirand ku jîngehek bi ewle ji bo zarokan ava bikim. Min xwest zarokan ji dinyayeke wêranî derbasî cîhanek rengîn bikim. Dema ku zarok derdora xwe xweş dibînin, hêdî hêdî hesta xwe ya ewlehiyê dijîn û ev jî beşek bingehîn a pêvajoya psîkoterapiyê ye."
'Alîkariya 200 zarokên sêwî dike'
Wefaa Ebû Celalê qala xizmetên ku proje ji zarokan re pêşkêş dike kir û wiha pê de çû: "Di nava "Gundê El-Wefaa" de 200 zarokên sêwî hene ku alîkariya wan tê kirin. Hewcedariya wan bi xwarinê tenê nîn e, pêwîstiya wan bi cihekî bi ewle heye. Di vê projeyê de bernameyên tedewiya derûnî û piştevanî ji zarokan re tên pêşkêşkirin. Her wiha kesên pispor jî bi zarokan re mijûl dibin. Beşa rehabîlîtasyona ziman jî hat damezrandin, ji ber ku gelek zarok ji ber travmaya derûnî pirsgirêkên axaftinê djîin."
'Jinên Filistînî ji tunebûnê hebûn afirandin'
Wefaa Ebû Celalê bal kişand ser sekn û berxwedana jinên Filistînî û wiha axivî: "Jinên Filistînî ne tenê ji şer rizgar bûne, ew di avakirina civakê de stûnek bingehîn in. Me ji tunebûnê hebûn afirand. Di nava wêraniyê de, pêwîstiya destek hebû ku zarokan ji tarîtiyê rizgar bike. Min dît ku divê ev destek bi destên jineke Filistînî be, ji ber ku ew ji her kesî zêdetir wateya windabûnê û berxwedanê dizanin. Em jinên Xezayê bi hemû hêzê xwe li jiyanê digrin û zarokên xwe piştî her hilweşînê hînî rabûna ser xwe û hînî jiyanê dikin."
'Em hewl didin Gundê El-Wefaa berfirehtir bikin'
Wefaa Ebû Celalê di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku divê ji zarokan re her dem piştevanî û destek bê dayîn ku bikaribin di ewlehiyê de bijîn û wiha got: "Zarok pêşerojên me ne û divê destek û piştevaniya wan bê kirin, di jiyana bi ewletir de bijîn. "Gundê El-Wafaa" tenê destpêk e lê pêwîstiya me bi piştgiriya zêdetir ji civaka herêmî û navneteweyî heye ku em xebatên xwe bidomînin û di nava vê êşê de xwe bigihîjînin zarokên sêwî yên pêwîstiya wan bi destekê heye."
Li devereke ku ji ber şer perçe bûye, "Gundê El-Wafaa" di nava deryayeke tevlihev de mîna giravek piçûk dimîn, ku zarokên sêwî tiştên li eniyên şer winda kirine dibînin: ewlekarî, evîn û derfeta jiyana ku heq dikin ji bo wan heye.