Di Mihrîcana Nehal a li Tahranê de ferzkirina hîcabê

Di 21’yemîn Mihrîcana Kurte Fîlman a Nehal a li Tahran hatî li darxistin de, hunermendên jin ên li gorî quralê hîcabê tevnegeriyane dernexistin ser dikê. Xelat dibin dikê de hatin dayîn, hinek hunermend bi armanca protestoyê beşdarî merasîmê nebûn.

Navenda Nûçeyan – Li navenda Çandê ya Arasbaran a li Tahranê di 20’ê Mijdarê de di merasîma girtina 21’yemîn Mihrîcana Kurte Fîlman a Nehal de, gelek hunermendên Îranê beşdar bûn.

Di merasîmê de qedeya ji bo hunermendên jin anîbû bal kişand. Li gorî dîmenên hatin weşandin, erkdarên ewlehiyê, destûr nedan jinên hîcab li serê xwe nekirine derbikevin ser dikê. Xelat di bin dikê de hate dayîn.

Rayedarên mihîrcanê, ragihandin ku, hinek fîlm ji ber zextên ewlehiyê û sansuran nehatine pêşandan, 16 fîlm ku hîcaba neçar bi karneanîn, îsal nehatin pêşandin û du fîlm jî ji mihrîcanê hatiye derxistin. Sekreterê mihrîcanê Niliya Bedkeshan got: “Ji bo li darnexistina mihrîcanê zext hebûn, lê belê me karî berheman bi nirxînin, tenê destûr neda bên pêşandan.”

Di merasîmê de endama jurî Azadeh Samadî, destek da hunermendên jin û daxwaz ji erkdarên welehiyê kir ku mudaxele nekin. Lê belê destûr nehat dayîn Saba Taghavî derbikeve ser dikê û xelata xwe dibin dikê de girt. Piştre xelatên hemû hunermendên ku hîcab nexistine serê xwe dibin dikê de xelatên wan hat dayîn, hunermendên bi armanca protestoyê derneketin ser dikê.

Di mihrîcanê de xelata ‘lîstikavan jin a herî baş’ bi rola dayîk a di fîlmê ‘Sûcdar pûşmantî îfade nekir’ da Nastaran Bigalo. Xelat ji aliyê derhênerê fîlmê Raman Soltanî ve hate girtin.