Di mehekê de niştecihên Şerîaya Rojava 443 êrîş pêk anîn
Komîsyona Berxwedana Dîwar û Wargehên Bingehîn eşkere kir ku di vê mehê de 443 êrîş ji aliyê niştecihên Şerîaya Rojava ve hatine kirin, di encamê de 9 Filistînî hatine kuştin û 6 komên bedewî hatine koçberkirin.
Navenda Nûçeyan – Di demekê ku aloziyên xwecihî zêde dibin û hêzên Îsraîlê li her derê belav dibin de, bajar û bajarokên Şerîaya Rojava rastî zêdebûna êrîşên niştecihan ên li ser mal û milkên Filistîniyan tên. Her wiha hişyariyên li ser xeteriya berfirehbûna tundiyê û bandorên wê li ser rewşa ewlehî û mirovî ya li herêmê tên kirin.
Niştecihan 443 êrîş li Şerîaya Rojava pêk anîn
Serokê Komîsyona Berxwedana Dîwar û Wargehên Bingehîn, ragihand ku niştecihan di mehekê ku bi zêdebûn û rêxistinbûnê ve tên diyarkirin de, 443 êrîş li Şerîaya Rojava pêk anîne. Serokê Komîsyonê da zanîn ku bi armanca guhertina rastiya erdnîgarî û demografîk li Şerîaya Rojava, di nav de gulebarana rasterast, şewitandina mal û milkan, ji bilî sepandina rastiyên nû li herêmê heye. Wî piştrast kir ku hemû bajar û deverên Şerîaya Rojava bûn hedefa êrîşan û li bajarên Nablus û El-Xelîl kom bûne û destnîşan kir ku êrîşên dijwar yên di 4 hefteyên borî de, bûne sedema kuştina hejmarek sivîlan.
Êrîşan bandor li 6 komên bedewiyan kiriye
Rayedarê Berpirs diyar kir ku pêla êrîşên niştecihbûnê bûye sedema koçberbûna 6 komên bedewiyan, bandor li 58 malbatên ku ji 256 kesan pêk tê kiriye, di nav de 79 jin û 166 zarok jî hene. Wî piştrast kir ku hewl hene ku 14 baregehên nû yên niştecihbûnê werin avakirin, ji bilî 123 kiryarên wêrankirin û 18 êrîşên ku bûne sedema şewitandina milkên welatiyan, her wiha êrîşî 3’ê cihên olî jî kirine.
225 donim erdê welatiyan desteser kirin
Rayedar got ku di heman demê de, hêzên Îsraîlê 12 fermanên leşkerî dane ji bo desteserkirina nêzî 225 donim erdê welatiyan ji bo armancên leşkerî û ev agahî dan: “Her wiha 27 ferman dan ji bo rakirina daran ji qadeke 1391 donimî li çend bajaran. Ev zêdebûn polîtîkayeke sîstematîk nîşan dide ku mijûlbûna navneteweyî bi şer re îstismar dike û hişyarî da ku berdewamiya vê nêzîkatiyê dê şansên aramiyê têk bibe.
Banga rawestandina van binpêkirinan
Bang li Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û ehlaqî bicîh bînin û gavên bibandor bavêjin da ku van binpêkirinan rawestînin û ji bo gelê Filistînê parastinê peyda bikin.
Ji destpêka şerê li ser Xezayê ve, Şerîaya Rojava rastî zêdebûna aloziyan hatiye ku ji bilî berfirehkirina wargehan, êrîş, kuştin, hilweşandina malên sivîlan û koçberkirina wan a bi darê zorê jî di nav de ne. Ev zêdebûna aloziyan bûye sedema kuştina hezar û 137 Filistîniyan, birîndarbûna nêzî 11 hezar û 700 kesan û girtina nêzî 22 hezar kesî, di demekê ku hişyariyên navneteweyî yên li ser îhtîmala ragihandina desteserkirina Şerîaya Rojava ji aliyê Îsraîlê ve hene de.