Di mehekê de 230 hezar Efganî ji Îranê vegeriyan welatê xwe
IOM’ê ragihand ku di meha Hezîranê de zêdeyî 230 hezar Efgan ji Îranê vegeriyane welatê xwe.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku di meha Hezîranê de zêdetirî 230 hezar Efganî neçar mane ji Îranê derkevin.
Bi mîlyonan Efgan li Îranê dijîn, ku piraniya wan "neqanûnî" ne. Îranê, heta roja Yekşemê dem dabû wan ku ji welêt derkevin. Berdevkê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) Avan Azeez ê ji AFP’ê re axivî, got ku di navbera 1 û 28’ê Hezîranê de 233,941 Efganî sînor derbas kirine û tenê di hefteya 21-28’ê Hezîranê de 131,912 kes vegeriyane. Di navbera 1’ê Çile û 28’ê Hezîrana 2025’an de bi tevahî 691,049 kes vegeriyane, ku ji sedî 70’ê wan bi zorê hatine dersînorkirin.
Penaberên Efganî yên li Pakîstan û Îranê bi girseyî tên dersînorkirin. Tehran û Îslamabadê ji meha Nîsanê ve bi betalkirina destûrên rûniştinê yên penaberan pêvajoya dersînorkirinê bilez kirine.
Efganistan, ku ji hêla Talîbanê ve tê rêvebirin, bi fermî wek "di aştiyê de" dijî tê hesibandin; lê li gorî NY, ji sêyê yek nifûsa wê birçî ye, ji sedî 85 bi kêmtirî 1 dolarî di rojê de dijîn.
Malbatên vedigerin û digihîjin Efganistanê, li kampên demkî dimînin; gelek ji wan nizanin biçin ku derê û di şert û mercên jiyaneke nebaş de dijîn.