Di mehek de 30 kes hatin qetilkirin 7 ciwan û 9 Jinên Beluc jî hatin binçavkirin

Li gorî rapora Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belucistanê, di nava mehek de di encama gulebarana hêzên leşkerî de 30 welatiyên Beluc û Sîstanê hatine qetilkirin û herî kêm 7 ciwan û 9 jinên Beluc hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belucistanê, derbarê di meha ewil a 2026’an de rewşa mafên mirovan a li Belucistanê de raporek weşand.
Li gorî raporê, di encama gulebarana hêzên leşkerî de 30 welatiyên ji Sîstan û Belucistanê, hatine qetilkirin û herî kêm 7 ciwan û 9 jinên Beluc hatin binçavkirin.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku di dema xwepêşandanên li seranserê welat de bi sedan welatiyên Beluc hatine binçavkirin û heta niha nasnameya 125 kesan hatiye diyarkirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku piraniya binçavkirinên welatiyên Beluc li Belûcistanê çêbûne û di nava kesên hatine binçavkirin de herî kêm 7 ciwan û 9 jinên Belûc hene. Wekî ku di raporê de hatiye piştrastkirin, di meha ewil a 2026’an de di encama gulebarana leşkerî de herî kêm 30 welatiyên Sîstan û Belûçistanê hatine qetilkirin an jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku ji van 16 kesên di dema xwepêşandanên seranserê welat de mirine, zarok û jinek jî hene.

Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belucistanê, destnîşan kir ku ji ber sînordarkirinên gihîştina înternetê, zextên ewlehiyê û zehmetiyên gihîştina agahdariyê ya di nava welat de, bûyerên nehatine tomarkirin jî hene.