Di meha 148’emîn a Komkujiya Roboskî de daxwaza edaletê hate kirin

Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 148’emîn a Komkujiya Roboskî de çalakî li dar xist û daxwaza edaletê hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Di 28’ê kanûna sala 2011’an di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 148 meh derbas bûn. Hewldana ji bo  Roboskê Edalet, bi boneya meha 148’emîn, li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate gel hev. Endamên hewldanê pankarta “Roboskê êdî tu caran” vekirin.

Endamê hewldanê Tanju Gunduzalp qala Roboskê û tiştên piştre qewimîn kir û wiha got: “Rêya pêşîlêgirtina komkujiyan, têkoşîna hevpar e. Komkujiya  Roboskê di heman demê de qonaxa destpêkirina polîtîkayên faşîst û zextker ên roja me ne. 31’ê Adarê jî dikare bibe gava ewil a paşdexistina faşîzmê. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî. Di serî de Roboskê, em ê mafê xwe yê îtîrazê yê li dijî şer û tundiyê ku hemû binpêkirinên mafan û azadiyan ji holê radikin bi kar bînin. Em li gel lêgerîna edaletê, pêkvejiyanê û aştiyê ne.”