Di lêpirsîna Narînê de hejmara girtiyan bû 12

Li gor tesbîtên ewil hat diyarkirin ku Narîn Gûran bi xeniqandinê hatiye qetilkirin. Têkildarî mijarê Serokê Baroya Amedê diyar kir ku tu raporeke bi vî rengî ya ATK'ê li dosyayê nehatiye zêdekirin û di çarçoveya lêpirsînê de kesekî din jî hatiye girtin.

Amed - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîna Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan ya Amedê winda bû û 8’ê Îlonê de cesedê wê li gund hatibû dîtin berdewam dike.

Di lêkolîna ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve li ser nimûneyên hestî û tevdanî hat kirin de, hat diyarkirin ku Narîn Gûran bi 'xeniqandinê' hatiye qetilkirin. Di lêkolîna biyolojîk de li ser bedena Narînê şopa DNA'yê nehat dîtin.

Daxuyaniya serokê baroyê

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, li ser hesaba xwe ya X’yê ev agahî parve kirin: “Têkildarî sedemê mirina Narînê de di encama hevdîtinên niha me kirin de Raporeke Tiba Edlî ku ketiye nava dosyayê nîne.”

Kesekî din jî hat girtin

Jinapa Narînê, Hediye Guran ku hevjînê wê Fuat Guran jî hatibû girtin, ji aliyê dozgeriyê ve ji sûcê “îştirakkirina kuştina bi qestî” sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin. Guran piştî îfade da dadgeriyê hat girtin. 

Bi girtina Hediye Guran re hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin bû 12 kes.