Di lêpirsîna Narîn Guran de hejmara kesên hatin girtin bû 11

Di lêpirsîna Narîn Guran de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê edlî hatibû berdan careke din hat binçavkirin û girtin.

Amed- Lêpirsîna der barê Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezana Amedê winda bû, 19 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin de berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê edlî hatibû berdan duh careke din hat binçavkirin. R. Atasoy piştî îfadeya xwe ya li leşkeriyê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulh hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo dîtina faîlên Narîn Guran hat hatiye destpêkirin de hejmara kesên hatin girtin bû 11. Heya niha dayika Narîn Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, pismamê wê Muhammed Kaya, dotmama wê Bîrsen Guran, apên wê Salîm û Fuat Guran, jinapa wê Maşallah Guran, karkerên Salîm Guran, Mehmet Salîm Atasoy, hevjînê metika wê Mehmet Sevîk û herî dawî jî R. Atasoy ê 15 salî hat girtin.