Di Kovara "Jin" de nîqaşên li ser ziman hiqûq û aboriya demokratîk
Di hejmara vê heftiyê ya kovara ”Jin” de nirxandinên der barê pêşveçûna zimanê Kurdî û rola jinan a sereke di avakirina pêvajoya aborî û siyasî de hatin kirin.
Navenda Nûçeyan – Kovara "Jin" ku heftane derdikeve, îro hejmara xwe ya 178’an bi sernavê "Lêkolînên Hevpar li ser Aboriya Demokratîk, Zagon û Ziman" derket.
Hejmara nû ya kovarê nîqaşên li ser ziman, hiqûq, aborî, têkoşîna rizgariya jinan û nûnertiya çandî dinirxîne. Di heman demê de nirxandinên li ser rewş û parastina zimanê Kurdî, avakirina têgihîştineke zagonî ya demokratîk, rola jinan wekî aktorên damezrîner di pêvajoyên aborî û siyasî de û perspektîfa aboriya demokratîk dihewîne.
Her wiha kovar, der barê wê yekê de lêkolînan dike ku destkeftiyên civakî yên şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê çawa ji hêla pîşesaziya çandî ve têne veşartin an jî bi awayên cûrbecûr têne hilberandin.
Tevahî sernavên hejmara 178’an a kovarê wiha ne:
“*Ziman Bingehê Hebûnê ye / Leyla Kaymaz
*Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokratîk / Ekîn Yeter
*Aboriyek Demokratîk Bêyî Dengê Jinan Dikare Hebe? / Dîlek Başalan
*Azadiyê Çi Ava Kir, Pîşesaziya Çandê Çi Bazar Kir? / Aylîn Karakaş
*Şoreşa Rojava û Nirxandinên Destkeftiyên Jinan li ser Têkoşîna Wan / Şîlan Baran.”