Di komxebata Yekîtiya Ragihandina Jinê de rola çapemeniyê hat nîqaşkirin

Di komxebata ku bi wesîleya 128’emîn salvegera Roja Rojnemegeriya Kurdî ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Jinê ve hat lidarxistin de, beşdaran balkişand ser rola çapemeniyê ya di pêşketina gelan de.

Kobanê – Yekîtiya Ragihandina Jinê, li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ku di 22’yê Nîsana 1898’an de destpê kir, komxebatek lidar xist.

Komxebat li hola Zanîngeha Kobanê pêk hat. Bi dehan rojnemevan, kedkarên çapemeniyê, Rêveberiya Xweser, Kongra Star, partiyên Siyasî, Yekîneyên Parastina Jinê û xwendekarên Peymangeha Bilind a ragihandinê amede bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re gelek axafin çêbûn û peyam hatin dayîn.

Rêvebera bajarê Kobanê Rûken Ehmed a ku girîngiya rojnemengeriya Kurdî anî ziman, wiha got: “Piştî 128 salên derbasbûyî, ji roja yekê û heta niha ji bo ev mîrate dewam bike gelek zor û işkence hatine jiyankirin. Ji bo ku rojnemevanên Kurd nûçeyek, wêneyek û rastiyekê ragihînin, canê xwe jî feda kirine. Ev rojnemevan rasterast di mewziyên şer de bûn, li rex şervanan bûn û di nava gelê xwe de bûn. Ji bo vê jî ev roj gelek bi wate û hêja ye. Niha jî rojnemegeriya Kurdî rûbirûyî êrîşên pir mezin in ku bi riya wê hewildana binaxkirina rastî û hebûna gelekî ye. Kombûna hejmareke mezin ji rojnemevanann a di vê rojê de jî, gelek bi wate û xwedî peyameke girîng e.”

‘Ev roj divê bibe wesîleya yekrêziya medyaya Kurdî jî

Endama Meclîsa Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Jinê Rebîa Êto jî teqez kir ewê mîrateya rojnamegeriya Kurdî biparêzin û mezin bikin û wiha domand: “Girîngiya vê rojê nirxandin û watedayîna wê gelek girîng e. Em weke rojnemevan vê rojê weke sal û dem nagirin dest. Ev ji bo me dîrokeke têkoşînê ya ji bo mîsogeriya destkeftî, hebûn û nasnameya gelê Kurd e. Bi taybet dîroka gelê Kurd a ku bi komkujî, têkoşîn û berxwedaniya dagirtî, me ji bo xweparastina ji van qirkirinan rojnemgeriya Kurdî pêşxist. Ev mîrateya ku xwedî dîrokeke dewlemend e, heta roja me ya îro dirêj dibe ku weke rojnemevanên jin jî rola me ya parastin û mezinkirina wê jî heye. Ji etîka pîşeyî zêdetir berpirsyariya ehlaqî ya li hember berxwedanî, têkoşîn û hebûna gelekî ye. Ev roj divê bibe wesîleya yekrêziya medyaya Kurdî jî.”

‘Ev mîrate dirêjî rojavayê Kurdistanê jî bû

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Mihemed Mustefa jî derbarê rola çapemeniya Kurd de axivî. Azad Mihemed Mustefa wiha got: “Roleke xwe ya diyarker ji bo Kurd û Kurdistanê de hebû. Ji bo parastina çand, ziman û hebûna gelê Kurd roleke mezin heye. Ev mîrate dirêjî rojavayê Kurdistanê jî bû ku heman têkoşîn ji bo parastina wê hat diyarkirin.”

Eyşe Efendî ya ku ji salên 90’î ve xebatên çepemeniyê kirine jî, wiha got: “Rojnamevanî jî xebateke siyasî ku gelek lîstok di nav de hene. Di asta cîhanê de yê vê xebatê bimeşîne divê xwendevan be. Lê ji bo gelê Kurd ev rastî cuda ye û ji nebûnê hebûn afirand. Li gor şert û mercên heyî me ked da û em di wan salan de bûn dengê gelê xwe.”

Piştre li gor bernameya komxebatê sê mijarên sereke yên di çarçoveya ‘Girîngî û rola ragihandina Kurdî’, ‘Şerê medyayê dîjîtal’ û ‘Rojnamegeriya Jinê’ li gel gelek rojnemevan hatin guftogokirin.

Di dawiyê de nirxandinên giştî yên li ser komxebatê û bernameya pêşerojê ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.