Di komkujiya Sirînê de 12 welatî hatin qetilkirin

Hejmara sivîlên di êrîşa dewleta Tirk a li ser bazara gel a Sirînê de hatin qetilkirin bû 12.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov cihê bazarekî ya li navenda bajarê Sirînê ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 6 kes hatibûn qetilkirin û gelek kes birîndar bibûn.

Li gorî agahiyên dawî, hejmara kesên hatine qetilkirin bûye 12. Her wiha hat zanîn ku di êrişê de 13 kes jî birîndar bûn.

Komkujiya sêyemîn

Dewleta Tirk di 27’ê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di topbarana li ser gund de komkujiyek pêk hat, di encamê de di nav de 2 zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan. Di 28ˋê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Um Heremlê yê Zirganê topbaran kir, di encamê de komkujiyeke din pêk hat, yek hê zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jin 9 kes jî birîndar bûn.

Bi êrişa li ser Sirînê re di du rojên dawî de dewleta Tirk li herêmê sê komkujiyan pêk anî.