‘Di hilbijartinan de dê jin xwe û nasnama xwe îsbat bikin’

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan a Kantona Firatê Emîne Weyso diyar kir ku beşdariya jinan di hilbijartinên şaredariyan de girîngtirîn destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.

NÛRŞAN EBDÊ

Kobanê- Şaredarî, gel û civakê birêve dibin, 24 demjimêran xizmeta wan dikin, di çarçoveya sîstema neteweya demokratîk de di Rêveberiya Xweser de weke cihê gel tê nirxandin. Hilbijartinên şaredariyan yên di hat payîn ku di 11 Hzîranê de were lidarxistin taloqî meha Tebaxê hat kirin.

Cîgira hevserokatiya Hesteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan a Kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Weyso der barê hilbijartinên şaredariyan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hilbijartinên şaredariyan ku li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin dê  bibin mînakeke demokrasiyê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê.

‘Dê hilbijartinên li herêma me bibin mînakeke demokrasiyê’

Cîgira hevserokatiya Hesteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan a Kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Weyso der barê amadekariyên hilbijartinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha ot: “Pêvajoya amadekariyên hilbijartinan li herêmên me berdewam dikin ji ber ku weke civak û herêm, pêwîstiya me bi van hilbijartinan hebû, girîngî û roleke wan a mezin di hundirê civakê de heye ji ber ku ew ê li ser nêrîna gel û bi nêrîna demokratîk werin lidarxistin. Dê hilbijartinên li herêma me bibin mînakeke demokrasiyê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê.”

‘Amadekariyên ji bo hilbijartinê berdewam dikin’

Emîne Weyso da zanîn ku der barê hilbijartinê de nêrînên gel tên girtin û wiha domand: “Îsrara me ya pêkanîna van hilbijartinan ji bo gel e. Her wiha ji bo em ji cîhanê re îsbat bikin ku tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, em bi birêxistinkirina xwe û civaka xwe li ser bingeheke demokratîk berdewam dikin. Hilbijartin li herêmên me bi navê hevgirtina gel û jinan ji bo azadiyê bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hejmarek rêxistinên jinan çêdibe. Ev hevgirtin ji 22 partiyan pêk tên. Di vê çarçoveyê de ji hemû aliyên jîngeh û xizmetguzarî kar tê kirin û amadekarî bi riya propaganda, civînên gel, daliqandina broşuran û belavkirina wan berdewam dikin. Her wiha bi riya têkiliya bi gel re li astengiyên li pêşiya wan tê guhdarîkirin û nerînên wan der barê hilbijartin û daxwazên wan de tên girtin.”

‘Em ji bo gihîştina encamên baş bi îsrar in’

Emîne Weyso destnîşan kir ku bi rêjeyek zêde beşdariya jinan di hilbijartinan de gaveke girîng û cuda ye û wiha got: “Beşdariya jinan di qadên biryargirtinê de îsbat dike ku jin di aliyê siyasî, aborî û leşkerî de xwedî rol in. Bi riya şoreşa xwe dikarin rola xwe di hilbijartinan de jî bilîzin. Çawa jin di her warî de bi ser ketine wê carekê din bi ser bikevin. Herêma me rastî gelek êrîşan tê û armanca wan pêşîgirtina hilbijartinan e. Ji ber vê bi riya wê em ê demokrasiyê belav bikin lê belê êrîşên dewleta Tirk dê hilbijartinên me taloq nekin û em di gihîştina encamê de bi îsrar in.”