Di hikûmeta nû ya Iraqê de cih ji bo jinan tune ye
Di hikûmeta nû ya Iraqê de cih ji jinan re nehatiye dayîn; tenê jinek wezîfeya wezîrî girtiye û ew jî Wezareta Jîngehê ye. Nebûna beşdariya jinan nîşan dide ku hikûmet her dem di bin kontrola mêran de ye.
MIHRIBAN SELAM
Helebce – Kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê di 14’ê Gulana di 2026’an de ji Meclîsa Nûneran a Iraqê destûra fermî (bawernameya ewlehiyê) girt. Wekî her car, serokwezîr mêr bû; Alî Falih Zeydî wekî serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar dest bi kar kir. Di kabîneya hikûmeta berê de sê jinên wezîr hebûn lê di kabîneya nû de ev hejmar kêm bûye.
Feraseta serdest dixwaze jinan di siyasetê de sînordar bike
Parvekirina kar di hikûmeta nû ya Iraqê de nîşan dide ku asta bilind û biryargir her dem ji mêran re tên dayîn. Têgihiştina siyasî ya serdest dixwaze cihê jinan sînordar bike. Ev nêrîn demek dirêj e ku berdewam e û tevî daxwaz û dengê jinan hîn jî nayê dîqat kirin. Her çend li gorî destûra bingehîn a sala 2005’an û zagona hilbijartinan pergala kotayê heye ku bi kêmtirîn ji sedî 25 temsîla jinan di parlamentoyê de peyda dike, partiyên siyasî yên mezin gelek caran vê rêjeyê wekî sînorê herî jor dibînin, ne wekî bingeh.
Normên serdest ên mêran
Di encamê de, jin kêm caran di komîsyonên parlamentoyê yan jî di kabîneyê de di astên serokatiyê de tên destnîşankirin. Halbukî pergala kotayê tenê temînata parastina mafên jinan di hêza darayî (îcra) de ye. Ger ev pergal nebûya, partiyan dê wezîfeyan wekî “keremek” bidana jinan. Normên serdest ên mêran, kevneşopiya aşîretî ya kûr û çanda siyasî ya ku mêr di nav de serdest in, gihîştina jinan ji bo rolên bilind ên îcrayî û biryargirtinê bi awayekî cidî sînordar dike.
‘Pergala kotayê pêdiviyeke girîng e’
Aktîvîst Şara Ebdulkerîm der barê derxistina jinan di hikûmeta nû ya Iraqê de ji ajansa me re axivî û got: “Dema ku hikûmeta nû hat avakirin, em jin gelek bi fikar bûn. Ji ber ku jin zêdetir tên sînorkirin. Di hikûmeta nû ya Iraqê de jin gelek kêm in û yekem jina heyî jî Kurd e. Ev rewş dibe sedem ku em li hemberî hikûmeteke ku jin tê de ne, ne bi hêvî bin. Her wiha di hikûmetê de rola jinan nîn e. Di Iraqa îroyîn û Rojhilata Navîn de pergala kotayê pêdiviyeke girîng e. Bêyî kota, tu partiya siyasî naxwaze jin li gorî şiyana xwe û hunera xwe peywir bigrin.”
‘Divê jin bi yekitî tevbigerin’
Şara Ebdulkerîm her wiha bal kişand ku vegerandina pergala kotayê tenê riya piştrastkirina temsîla jinan e. Ji ber vê yekê, kota ji bo beşdariya jinan di hikûmetê de girîng e yan na dê hebûna jinan di kabîneyan de hêdî hêdî kêm bibe. Şara Ebdulkerîm bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: “Nebûna jinan di qada demokrasiyê de dibe sedem ku bêhtir li paşve bimînin. Ji ber vê yekê, li hemû Iraqê û bi taybetî li Kurdistanê divê jin bi yekîtiyê hereket bikin. Heta niha, karên ku ji jinan re hatine dayîn pir caran tenê ji bo çêkirina wêneyek li ber medyayê bûne, ne li ser bingeha şiyana rastîn û qebûlkirina wan. Ji bo ku partiyên siyasî werin neçarkirin pêdivî bi zexta cidî heye. Divê şert çêbibin ku jin bikaribin vê valahiyê dagirin û di navendên biryargirtinê de rola rastîn bigrin; ev ne wekî “keremek”, wekî mafek divê were dayîn.