‘Di her êrîşê de me xwe dispart çiyayan’- Çavdêrî
“Ji ber êrîşan me berê xwe didan çiyayan û me xwe li şikeftan vedişart” bi van gotinan dayê Baran Xwedêda Simoqî behsa dîroka fermanên ser êzidiyan kir.

CÎLAN ROJ
Em endamên ragihandinê her roj li Kurdistanê şahidî ji bûyerên pir balkêş re dikin. Her roj şahidî ji êş, azar, kêfxweşî, coş û gelek tiştên civakê re dikin. Her roj em dibin şahidên dîrokê, her roj di kêliyê de em dibin rêwiyên paşerojê. Ev rewş bixwazî nexwazî rojnamegeran dike bîra dîrokê. Bifikirin mirovek her roj kêfxweşî û êşa kesek an jî civakek guhdar dike, ev rewş erênî yan neyînî bandor li ser fikir û nihêrtinê jî dike, empatiyê xurt dike.
Yek ji van cîhên ku her roj mirov şahidî ji êşek re yan jî ji kêfxweşiyê re dike jî, Êzidiyên Şengalê ne. Civaka Êzidî û Şengal, ji bo ragihandinê qadeke gelek dewlemend e. Li vir her roj mijarek li benda keşfkirinê ye. Ev kişfkirin carna bi tesadufî pêk tê carna jî bihîstinek û di encama lêkolînê de pêk tê. Ez wek rojnameger li Şengalê bi zindî nebe jî bi hîskirin û empatiyê bûm şahida gelek kêfxweşî û êşan.
Ez dixwazim behsa bûyerek bikim ku çawa tesadufî rastî mijareke bi êş û ewqas jî bûye perçeyek dîroka vê civakê, bikim.
Demek berê, ji bo çêkirina bernameyeke civakî ku bernameyeke gerok e, me berê xwe da gundê Borikê ya Şengalê. Naveroka bernameyê ji 7 salî heta 70 salî pirsîna jiyana civakê ye û gelemperî mêvanên bernameyê jî kesên temen mezin in. Ji ber kesên temen ciwan pir naxwazin biaxivin lê kesên temen mezin diaxivin û piranî behsa rojên berê, zehmetî û xweşiyên wê vedibêjin. Piraniya kesên temen mezin dema bersiv didin pirsên pêşkêşvana bernemeyê, pirî caran di axaftina xwe de bersiva hemû pirsan didin û di wan axaftinan de ne kes, dîrok diaxive.
Dayê Baran Xwedêda Simoqî, yek ji mêvanên bernemeyê bû ku li ber deriyê mala wê me pê re bername çêkir. Dayê Baran ku em bi dilgermî pêşwazî kirin, bêyî pirsên me dest bi vegotina jiyana xwe kir. Dayîk ewqas jixwe bawer, bi hevokên xurt, herikbar û sade diaxivî ku bêyî hemdê xwe mirov xwe di nav rêwîtiya jiyana wê de didît. Hemû jiyana dayîkê li ber çavê min zindî bû û min got ez di nav wê jiyanê de me.
Dayîk bi eslê xwe ji Kolkaya Serdeştê ye, lê piştî fermanê bi malbata xwe re li gundê Borikê bi cîh bûye.
Qala fermanan dike
Dayîkê di destpêka axaftina xwe de behsa malên berê yên ji heriyê dihatin çêkirin kir, xwedîkirina sewalan, çandina bostanan, kêfxweşiyên berê û wekî din kir. Lê di carek de hevokên wê vegeriyan dîrokê, dîroka fermanê. Dayîkê şahidiya fermanên beriya sala 2014’an jî kiriye. Behsa çawa di dema Seddam de xwe spartine çiyayan kir.
Dayê Baran bi gotina ‘Ez xwe dizanim nizanim em her ji ber bombebaran û komkujiyan direvin’ dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Balafir her tim dihatin gundên me didan ber bombeyan. Şev hebû ji ber bombebaranan heft caran me berê xwe dida çiyayan û me xwe li şikeftan vedişart. Lê vê carê em ji avê dûr ketin, ji ber vê em ji neçariyê di nav tirs û xofan de dîsa vedigeriyan malên xwe.”
Li ser pirsa me ya ‘Dayê, kî û çima gund bombebaran dikir’ wiha bersiv da: “Rejîma Seddam bi hinceta qeçaxçî têne gund, gundên Êzidiyan dida ber bombeyan û qetlîaman pêk dianî.”
Lê tevî evqas dîtina jiyana bi êş jî, dayikê her digot ‘Tevî her tiştî jî rojên berê ji ya niha xweştir û geştir bû’.
Me meraq kir tevî jiyana ku ewqas bi qetlîam, bombebaran, tirs û xofan derbas bûyî, çawa dibe jiyana berê ji ya nihatir xweştir dibîne. Tabî me tiştên ku meraq dikir jê pirsî û dayîkê fermana herî dawî bi bîr xist û wiha got: “Ma ev ferman çi kir? Tu tiştek nehişt. Ji zindiyan heta hêcana her tiştî wêran kir, hinek mal hene kes tê de neman. Dema fermanê ez çûm Koço gel xaltîka xwe, lê 6 laş di malê de bûn û hê jî 6-7 bedenên bê can mabûn. Gelek zehmet bû. Di fermanê de em çend rojan li malê asê man û piştre bi şev me berê xwe da çiya. Di dema derketina çiyê de ez ketim û tilîkên lingên min şikestin û hê jî şikestî ne.”
Her çiqas negotibe jî ji gotinên dayîkê dihat hîskirin ku bi qasî ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an êş dîtiye, di fermanên beriya wê de nedîtiye. Ji ber fermana herî dawî li ber çavê cîhanê bi destê hêzên navneteweyî û herêmî pêk hat û bi hezaran jinên Êzidî li ber çav û bêdengiya cîhanê li sûkan hatin firotin.
Yekrêzî û yekîtî pêwîst e
Tiştê herî mezin ê dibe sedama fermanan çi ye, bi kurtasî bi van hevokan anî ziman: “Ger em tifaq bûna, hemû civak dest bide hevdu, fermanên bi vî rengî pêk nedihatin. Lê mixabin bê tifaqî dibe sedema fermanan. Niha em mal û milk çi dikin? Lê di şûna van tiştan me tiştên ku bikaribin xwe ji ferman û bombebaran biparêzin çêkirina, wiha nedibû. Ger her yek ji me di dema êrîşan de kevirek ji çiyayan gindir bikira, wisa bi hêsanî dijmin nedikarî bihata bi ser me de. Lê mixabin ne yekdestbûna me, bû sedema van tiştan.”
A rast, dayîka ku ji nivî zêdetir temenê wê bi dîtin û jiyana fermanan derbas bûye, bi hevokên pir kurt dîroka fermanan û sedemên wan anî ziman û her wiha çareseriya careke din ferman pêk neyên jî anî ziman.
Piştî kurt vegotina jiyana xwe ku bi fermanan derbas bûye, vê carê dayîk derbasî mijarek din bû. Lê ez hê jî di rêwîtiya jiyana dayîkê de bûm ku bi ferman û di fermanan re derbas bûye.
Lê tevî hemû dîtina ewqaş êş û azaran jî, dayîkê dia ji hemû însanên qenc re dikir da ku tu xirabî xwe nêzî wan neke.
Di dawiya bernameyê de me xatir ji dayikê xwest û bi bîranên bi êş ên dayîkê, em ji gel wê veqetiyan.