Di girtîgehên Îsraîlê de li dijî rojnamevanên Filistînî îşkence
Li Xezayê û Şerîaya Rojava, 94 rojnamevanên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de rastî îşkence, muameleya xerab û êrîşa zayendî hatin. Li gorî raporê, bêdengiya civaka navneteweyî stratejiya ku armanc dike rojnamevanan bêdeng bike xurt dike.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên li Xezayê û Şerîaya Rojava di girtîgehên Îsraîlê de bi binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam re rû bi rû ne ku ev yek gefê li azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dixwe. Binpêkirinên li herêmê ji girtinên keyfî bigire heya muameleya xirab ku rê li ber karê rojnamevanan digire, diguherin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan, di rapora xwe ya bi sernavê "Em ji Dojehê Reviyan: Rojnamevanên Filistînî Çîrokên Îşkenceyê li Zindanên Îsraîlê Dibêjin" de belge kir ku Îsraîlê di navbera Cotmeha 2023 û Çileya 2024’an de herî kêm 94 rojnamevanên Filistînî girtine; li gorî raporê du ji wan rastî êrîşa zayendî hatine.
Îşkence û muameleya xerab
Rapor dibêje ku ji rojnamevanên girtî, 32 ji Xezayê, 60 ji Şerîaya Rojava û du ji hundirê Îsraîlê bûn û heta 17ê Sibatê 30 ji wan hîn jî di girtîgehê de bûn. Her çend 59 rojnamevan hatin berdan jî, hevpeyvînan eşkere kir ku ji bilî yek rojnamevanî, hemî rojnamevan di dema binçavkirinê de rastî îşkence, muameleya xerab, an jî şêweyên din ên tundûtûjiyê hatine.
'Divê civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê'
Jodie Ginsberg, Rêvebera Cîbicîkar a Komîteyê, diyar kir ku rapor qalibek zelal di derbarê muameleya li dijî rojnamevanên Filistînî de di dema binçavkirina Îsraîlê de eşkere dike û got, "Dema ku bi dehan rojnamevan bi awayekî serbixwe muameleya fizîkî û psîkolojîk vedibêjin, divê civaka navneteweyî tevbigere." Ginsberg tekez kir ku qanûna mirovî ji bo girtiyan pîvanên zelal destnîşan dike û hesabpirsîna rastîn ji bo kesên ku van pîvanan pêk naynin pir girîng e.
'Stratejiyeke bi zanebûn'
Sarah El-Qudwa, Rêvebera Herêmî ya Komîteyê, got ku ev binpêkirin ne bûyerên takekesî ne û di gelek rewşan de, binpêkirinên dubare yên li dijî rojnamevanan, di nav de tundûtûjî, birçîbûn, şîdeta cinsî û paşguhkirina bijîşkî, hatine tomar kirin. Sarah El-Qudwa got, "Ev binpêkirin stratejiyek bi zanebûn eşkere dikin ku armanc ew e ku rojnamevanan bitirsîne û bêdeng bike. Bêdengiya civaka navneteweyî tenê vê stratejiyê xurt dike."
Li dijî du rojnamevanan destdirêjî
Raport dibêje ku ji sedî 80’î zêdetir rojnamevanên Filistînî yên ku hevpeyvîn pê re hatiye kirin (48 ji 58an) tu sûcdarî nehatine dîtin û di bin sîstema binçavkirina îdarî ya Îsraîlê de ne; herî kêm 21 ji nûnertiya hiqûqî ya têrker bêpar mane; û 17 ji gihandina şêwirmendiya hiqûqî hatine bêparkirin.
Raportê her wiha 27 rewşên îhmalkirina bijîşkî belge kir; birînên girtiyan bi piranî di dema lêdan an lêpirsînê de xirabtir bûn. Her wiha dît ku hin xebatkarên tenduristiyê li dijî girtiyan tundî bikar anîne. Ji 59 rojnamevanan 55 rojnamevanan ragihandin ku birçîbûnek giran an kêmbûna xurekê dîtine, di heman demê de du rojnamevanan jî ragihandin ku di dema binçavkirinê de rastî tecawizê hatine.
Bi hezaran kes hatin kuştin
Komîteya Parastina Rojnamevanan bang li rayedarên Îsraîlê kir ku destûrê bidin çavdêrên navneteweyî yên serbixwe, di nav de raportorên NY, ku biçin navendên binçavkirinê da ku piştrast bikin ku hemî îdia bi awayekî şefaf û dadperwer têne lêkolîn kirin.
Ji dema ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê di Cotmeha 2023’an de dest pê kir, êrîşên li Şerîaya Rojava jî zêde bûne, bi hewldanên guhertina rastiyên li ser erdê bi kiryarên wekî komkujî, girtin, dersînorkirin û berfirehkirina wargehan. Di du salên dawî de, van êrîşan bûne sedema mirina zêdetirî hezar û 115 Filistîniyan, birîndarbûna nêzîkî 11 hezar û 500 kesan û girtina nêzîkî 22 hezar kesan li Şerîaya Rojava, tevî Orşelîma Rojhilat.
Di êrîşên li ser Xezeyê de zêdetirî 72 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 171 hezar kes jî birîndar bûn; piraniya wan jin û zarok bûn û bi qasî 90 ji sedî yê binesaziyê wêran bû.