‘Di girtîgehên Îsraîlê de herî kêm 18 Filistînî jiyana xwe ji dest dan’

Li gorî rapora Komeleya Dîlên Filistînî, herî kêm 18 filistînî di girtîgehên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û îşkence piştî 7'ê Cotmehê bi asteke ku mînaka wî nehatiye dîtin zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Dîlên Filistînê û Şandeya Kesên Dîlgirtî û Azadkirî ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê rapora ku li ser rewşa Filistîniyên girtî amade kirine eşkere kirin. Rapor duh bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Qurbaniyên Êşkenceyê re hat ragihandin.

18 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî raporê; Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve ku Îsraîlê li Xezayê dest bi şerê qirkirinê kir, herî kêm 18 Filistîniyên ku di zindan û kampên Îsraîlê de girtî ne, mirin. Gelek Filistînî hene ku di girtîgehên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, lê nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku êşkence bingeha pêkhateya dagirkeriyê ya Îsraîlê ye, sûcê îşkenceyê weke nêzîkatî qebûl kiriye û ji bo xurtkirina vê nêzîkatiyê gelek amûr û rêbaz bi pêş xistiye. Her wiha hat gotin ku hemu mafên ku pergala navnetewî ji bo girtiyan nas dike Îsraîlê veguherandiye ‘amûrê îşkenceyê’.

Piştî 7’ê Cotmehê îşkence zêde bû

Di raporê de hat destnîşankirin ku îşkenceya ku li Filistîniyên di girtîgeh û kampên Îsraîlê de tên kirin, piştî 7’ê cotmehê bi rengekî ku mînaka wî nehatiye dîtin zêde bû û li gor îfadeyên girtiyên Filistînî yên serbest hatin berdan, şîdeta fîzîkî û derûnî ji deqeya ewil a binçavkirin û girtinê dest pê dike.

Kesên ku îşkence li wan tê kirin, bêyî dermankirinê li bendê dimînin

Di raporê de hat ragihandin ku Filistîniyên di kamp, ​​binçavkirin û lêpirsînê de bi operasyonên cinayetan bi awayekî ku zerarê dide rûmeta wan a mirovî, li dijî xwe û malbatên xwe rastî heqaretan tên, bi saetên dirêj lêpirsîn li wan hatiye kirin û destûr nayê dayîn ku razên. Di raporê de hat ragihandin ku Filistînî jî rastî êrîşên zayendî, lêdan û îşkenceyên giran hatine û hin ji wan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane, hestiyên piraniya wan bi giranî şikestine û bêyî dermankirin li bendê mane.