Di êrîşên Pakistanê de hezar û 187 kes hatin qetilkirin

Li gorî rapora rêxistina mafên mirovan Rawadarî, di navbera Kanûna 2024 û Hezîrana 2026’an de di êrîşên leşkerî yên Pakistanê li ser Efganistanê de herî kêm hezar 187 sivîl hatine kuştin gelek kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan Rawadarî ve hatiye weşandin, di navbera 1’ê Kanûna 2024’an û dawiya Hezîrana 2026’an de di êrîşên leşkerî yên Pakistanê li ser Efganistanê de herî kêm hezar û 187 sivîl hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Li gorî lêkolînên qadê, rapora ku xwe dispêre hevpeyvînên bi mexdûran re û daneyên ji çavkaniyên herêmî, ji ber êrîşan zêdetirî 29 hezar malbat ji cih û warên xwe bûne. Li gorî raporê, di nava kesên ku hatine kuştin de 342 mêr, 86 zarok û 44 jin hene, di nav birîndaran de jî 460 mêr, 130 zarok û 125 jin hene. Êrîş li parêzgehên Xost, Paktiya, Paktika, Nûristan, Nangarhar, Kandahar, Helmand û Kabulê pêk hatin. Gelek mal, dibistan, navendên tenduristiyê, mizgeft û tesîsên din ên binesaziya sivîl zirar dîtin an jî bi temamî wêran bûne.

Nexweşxane û navend bûn hedef

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di êrîşeke asmanî ya Hêzên Hewayî yên Pakistanê li ser navendek dermankirin û rehabîlîtasyonê ya tiryakê de li Kabulê, herî kêm 300 nexweş û karmendên tenduristiyê hatine kuştin an jî birîndar bûne. Di lêkolînê de hat tekezkirin ku ev êrîş bi awayê eşkere binpêkirina prensîbên bingehîn ên qanûnên mirovî yên navneteweyî ye û dikare weke sûcê şer were hesibandin.

Di belgeyê de hatiye destnîşankirin ku bandorên operasyonên leşkerî yên Pakistanê ne tenê bi windakirina can û zirarên madî ve sînordar bûye, encamên mayînde yên psîkolojîk, civakî û aborî bi xwe re anîne. Îfadeyên kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatine kirin eşkere dikin ku tevî êrîş bi dawî bûbûn jî şer bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya sivîlan kiriye.

Belgekirina binpêkirinan zor bûye

Di beşa dawî ya raporê de hat diyarkirin ku pevçûnên berdewam û her wiha qedexeyên ku ji hêla Talîbanê ve li ser gihîştina agahdariyê û şopandina binpêkirinên mafên mirovan hatine ferzkirin, meşandina lêkolînê dijwar kirine. Hat destnîşankirin ku hinek dever ji ber fikarên ewlehiyê negihîştî bûn û qedexeya Talîbanê ya belgekirina binpêkirinên mafên mirovan di pêvajoyên berhevkirin û verastkirina agahdariyê de astengiyên cidî çêkiriye.

Ên ku rapor amade kirine, diyar kirin ku ji ber van qedexeyan, bandora rast a êrîşên leşkerî yên Pakistanê li ser sivîlan û asta binpêkirinên qanûna mirovî ya navneteweyî, dibe ku ji daneyên di raporê de hatine pêşkêşkirin zêdetir bin.