Di êrişên li Xezayê de hezar û 410 malbatên Filistînê ji nifûsê derketin
Li Zîvala Xezayê ji ber êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve didomin, hat diyarkirin ku 1410 malbatên Filistînî ji nifûsê derketin. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî 44 hezar û 249 e.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023'an ve heta niha li Xezayê qirkirinê dike û di heta niha 7 hezar û 160 qetliaman li dijî malbatan pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên qirkirinê yên salek e didomin de 1410 malbat bi temamî ji nifûsê hatine derxistin û hat ragihandin ku ji 3 hezar û 463 malbatan tenê 2 hezar û 287 ferdên malbatê sax mane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji malbata En-Necar 520 kesan jiyana xwe ji dest dane, malbata ku li Xezayê herî zêde ferdên wê jiyana xwe ji dest dane ye. Her wiha hat ragihandin ku ji malbata El-Misrî jî 287, kesên ji malbatên Aşûr 217 kes ji malbata Hîcazî, 199 kes ji malbata Avd ailesinden jî 198 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 44 hezar û 249 e
Wezaretê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê “3 qetliam” pêk anîne û 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 108 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Zîvala Xezayê didomim de 44 hezar û 249 kesan jiyana xwe ji dest dane,104 hezar û 746 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat dubarekirin ku hê jî di bin xirbeyan û li devê riyan cenazeyên kesan hene lê ji ber êrişên û astengiyên êrişên Îsraîlê, tîmên tendirustiyê nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.