Di êrîşên hewayî yên Pakistanê de 11 zarok mirin

Rêveberiya Talîbanê ragihand ku artêşa Pakistanê êrîşî qadên sivîlan ên li parêzgehên Kunar, Xost û Paktîkayê kiriye. Hat diyarkirin ku di êrîşan de 11 zarok, jinek û mêrek extiyar jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Talîbanê ragihand ku artêşa Pakistanê şeva Sêşemê li dijî qadên sivîlan ên li parêzgehên rojhilatê Kunar, Xost û Paktikayê êrîşên hewayî pêk anîne.

Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd li ser hesabê medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da, diyar kir ku Pakistanê qada hewayî ya Efganistanê binpê kiriye û da zanîn ku di encama êrîşan de 11 zarok, jinek û mêrekî extiyar jiyana xwe ji dest dane. Berdevk her wiha diyar kir ku 14 jin û zarok jî birîndar bûne û wêneyên sivîlên hatine qetilkirin parve kirin.

Berdevkê hikûmetê îfade kir ku qadên hatine hedefgirtin qadên sivîlan in û êrîş tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Li Host û Pakistanê 9 kes mirin

Rayedarek bajarê Hostê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike daxuyaniyek da AFP’ê û diyar kir ku di encama êrîşek hewayî ya li ser avahiyeke li navçeya Sperayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 10 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyeke herêmî jî ragihand ku di erîşeke li ser bajarê Paktikayê yê cîran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Pakistanê pirsên AFP’ê yên têkildarî mijarê nebersivandin û hê têkildarî êrîşan daxuyaniyeke fermî nedaye.

Rageşiyên li ser xeta sînor dîsa zêde dibin

Êrîşên dawî, piştî aramiya li ser xeta sînor a Efganistan-Pakistanê pêk hatin. Şer û pevçûnên di mehên ewil ên salê yên navbera herdu welatan de, di dawiya meha Sibatê de veguherîbûn şerekî eşkere û li ser xeta sînor bûbûn sedema windahiyên mezin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di meha Gulanê de hat weşandin, tenê di şer û pevçûnên di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Adarê de herî kêm 372 sivîlên Efgan jiyana xwe ji dest dane.

Êrîş fikarên der barê rageşiya di navbera herdu welatan de zêde dike û bal hat kişandin ku li herêmê di aliyê sivîlan de metirsiya ewlehiyê zêde bûye.