Di êrişên Îsraîlê yên 24 saetan de 44 kes hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jin û zarok jî di nav de 44 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve bênavber li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Miduriyeta Parastina Sivîlan a li Zîvala Xezayê hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji 20’ê Îlona sibeha Înê ve heta niha Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê gelek êrişên hewayî pêk anîne. Di êrişan de jin û zarok jî di nav de 44 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

41 hezar û 272 Filistînî hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Zîvala Xezayê didiomin de herî kêm 16 hezar û 795 zarok, 11 hezar û 378 jin jî di nav de 41 hezar û 272 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 95 hezar û 551 kes jî birîndar bûn. Hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene lê belê komên rizgarkirinê ji ber êrişan nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.