Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 27 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku di encama êrîşên Îsraîlê yê li ser kampên ku mirovên koçberbûyî lê bûn de jin û zarok jî di nav de herî kêm 27 Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê, di êrîşan de kampên ku mirovên koçberbûyî lê bûn, bûn hedef. Hate ragihandin ku di encama êrîşan de jin û zarok jî di nav de herî kêm 27 Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan.

Li Kampa Penaberan a Şatî ya li bajarê Xezeyê, di êrîşa hewayî ya li ser malekê de pênc kes (jin û zarok jî di nav de) mirin. Di du êrîşên din de jî 3 kes mirin, yek ji wan zarok bû.

Li kampa penaberan a Nûseyratê ya li navenda Xezeyê, malek hate bombekirin û 10 kes mirin. Li heman herêmê di êrîşa li ser nuqteyeke belavkirina avê de 6 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşeke din a li ser kampa El Mawassî ya li başûr de 3 kes mirin.