Di êrîşên Îsraîlê de 73 hezar û 333 Filistînî mirin
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 333’an.
Navenda Nûçeyan- Tevî agirbestê, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xeza didomîne. Hejmara kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane weke 73 hezar û 333’an hat ragihandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya herî dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de daneyên herî dawî yên mirina mirovan ji ber êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dikin, hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de, 1 jê ji ber birînek berê, 4 Filistîniyan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û 14 Filistînî jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de ji dema agirbesta ku 10’ê Cotmeha 2025’an li Xezayê ket meriyetê veheta niha, hezar û 207 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 914 kes birîndar bûne û 803 cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 333 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 023 kesan. Hat diyarkirin ku li Xezayê hê jî bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de mane, ji ber nebûna amûran û êrîşên berdewam, tîmên ambulans û parastina sivîlan nikarin bigihîjin van cenazeyan.