Di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 412 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê de ji 8’ê Cotmeha 2023’an heya niha jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 412 û hejmara birîndaran jî bûye 11 hezar û 267.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê niviskî bîlançoya êrişên li ser welat ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên Îsraîlê yê didome de duh 45 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 179 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yê ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Lubnanê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 412 û hejmara birîndaran jî bûye 11 hezar û 267.