Di êrîşan de 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn

Hat diyarkirin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîne.

Navenda Nûçeyan- Herêmên çandiniyê jî ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirareke mezin dibînin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê; (ANHA) ji ber êrîşan li herêmên gundên Minbic, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Qamişlo û Amûdê zêdetirî 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitîn. Li bejahiya Minbicê hezar û 961 hektar, li gundên Eyn Îsayê 219 hektar, li bejahiya Til Temirê 94 hektar, li bejahiya Zirgan 19 hektar û li bejahiya Qamişlo û Amûdê 150 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

19 hezar darên zeytûn û fistiqan şewitîn

Her wiha 19 hezar darên zeytûn û fistiqan ku piraniya wan li Kantona Minbicê ne hatin şewitandin. Di dema ku destwerdana komîteyên lezgîn ên ji aliyê rêveberiya herêmê ve li ser şewatê hatin avakirin, nehişt ku ziyan zêde bibe, Hevserokê Meclisa Şaredariya Girê Spî û endamê Komîteya Lezgîn Mihemed Derwîş jî diyar kir ku tîmên wan 44 agirê ku derketibûn vemirandine.

Endamê Tîma Agirkujiyê ya Şaredariya Gel a Minbicê Telal Hemîdî diyar kir ku tîmên parastina sivîl û hawarhatinê 300 car agirê ku li herêmên wan derketine vemirandine.