Di êrîşa Pakistanê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Pakistanê ve li ser kampên ku kesên tiryakê bi kar tînin ve êrîşeke hewayî pêk hat û bi dehan ciwanan jiyana ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn. Ev êrîş bû sedema krîzên mirovî û ewlehiyê.

BEHARAN LEHÎB

Kabûl – Di 17’ê Adarê de, Pakistanê careke din êrîş bir ser Kabûlê û Nangarharê. Li Kabûlê, kolaneke ku tê de tiryakfiroş dimînin hat hedefgirtin.

Di sala 2020’an de, Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta berê ragihand ku li Efganistanê sê milyon û nîv tiryakfiroş hene, di nava wan de 850,000 jin û 2,670 ji wan wekî bikarhênerên herî xeter tên hesibandin. Hejmara zarokan jî di heman salê de 2,150 bû. Efganistan di serê lîsteya hilberandina tiryakê de di asta cîhanê de cihê xwe digre.

Di sala 2021’an de, dema ku Talîban hat ser desthilatdariyê, îdia kir ku çandin û hilberandina madeyên hişbir li Efganistanê kêm bûye. Lê belê, li gorî îstatîstîkên di sala 2023’an de ji hêla Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Madeyên Hişbir û Sûc (UNODC) ve hatine parvekirin, hejmara tiryak, çandin û hilberîna madeyên hişbir li Efganistanê her roj zêdetir dibe. Li gorî rêxistinê, 27 hezar kes, cureyên herî xeter ên van madeyên hişbir bikar tînin, ji sedî 10 ji wan jin û ji sedî 8 jî zarokên ku temenê wan di bin 15 salî de ne.

‘Rayedar bi xwe piştgiriya çandin û hilberîna tiryakê dikin’

Eger em vegerin dîroka çandin û hilberîna madeyên hişbir li Efganistanê, em ê bibînin ku ev diyarde ne demên pir dirêj û dûr, dema ku welat di salên (1978 û 1992)’an de ket bin dagirkeriya Rûsan belav bû. Lê belê, di dema şerên Tezgamê (1991-1997) her wiha di serdema yekem a hatina Talîbanê ser desthilatdariyê de di salên 1997- 2002’an de zêdetir belav bûye. Ji dema ku di salên 2002-2023’an de DYE û NATO’yê êrîşî Efganistanê kirin û hikûmeta ku ew hêz piştgiriyê wê dikin ava kirin, çandin, hilberîn û diyardeya tiryakê li Efganistanê zêde bû, ev yek heya roja me ya îro jî beredewam dike. Li gorî şahidan, di nava 20 salên hebûna DYE’yê li Efganistanê de rayedarên payebilind ên hikumetê piştgirî didan bazirgan û hilberînerên mezin ên madeyên hişbir, niha jî tê gotin ku ji aliyê hinek rayedarên Talîbanê ve jî tên piştgirîkirin.

Wisa xuya dike ku erdên madeyên hişbir li wan tên çandin ji aliyê hêzên leşkerî yên Talîbanê ve tên wêrankirin; lê tê gotin ku hevkariya hilberîneran dikin, ew perçeyên erdên biçûk didin wan û raporên ji wan re amade dikin da ku nîşan bidin çandina madeyên hişbir hatiye qedexekirin lê ev kiryar tawîz in.

‘Herî zêde ciwanên ji malbatên xizan madeyên hişbir bi kar tînin’

Ciwanên ji malbatên xizan jî ji ber ku madeyên tiryakê yên cur bi cur bi kar tînin, ji aliyê Pakistanê ve rastî wêraniyê tên û ji wan 600 ciwan bi awayekî bê rehm hatine kuştin û hejmarek mezin jî birîndar bûne.

Me jî serdana kampên tiryakê kir da ku em ji nêz ve rewşê fam bikin.

Ji bo ku malbat fêm bikin çi bi serê zarokên wan ve hatiye, li pişt deriye kampê kom bûbûn lê kesê derbas nekirin. Lîsteya ku navê kuştî û birîndaran tê de heye li dora kampê hatibû daliqandin, lê belê malbatan îdia dikirin ku navê xizmên wan di lîsteyan de nîn e.

‘Kesên tiryakê bi kar tînin tên îzolekirin’

Welî Nowruz, ciwanekî 22 salî ye, beriya mehekê ji kampê hat berdan, em pê re axivîn, ji me re behsa rewşa li hundirê kampê kir û got: “Mîna bi hezaran ciwanên din ên Efgan, min biryar da ji Efganistanê derkevim û li welatekî Ewropayê li penagehek bigerim. Ji bilî derketina bi riyên derqanûnî tu çareyek din tunebû. Ez ji Efganistanê çûm Îranê, demek li wir xebitîm da ku pere qezenc bikim, dûre çûm Tirkiyeyê. Li wir, ez bi çend ciwanên ku madeyên hişber bikar tînin re di odeyek mam. Min jî bikar anî. Piştî ku min sînorên Tirkiyeyê derbas kirin, ji aliyê Talîbanê ve hatim girtim. Piştî ku rewşa min şopandin, dîtin ku ez tiryak bikar tînin. Ez bi tene xistim odeyeke bêdeng û ez îzole kirim. Piştî wê, ez sewqî cihekî din kirin ku di odeyekê tene de şeş an zêdetir tê de tên ragirtin. Her roj me waneyên olî didîtin û em hînî hindek pîşeyan jî dikirin. Dema ku ez baş bûm, wan ez birim Kampa Omîd û piştî lênêranê, ji ber ku hebûna min paqij bû, ez hatim berdan.”

Ciwanê bi navê Welî kamp pênase kir û wiha got: “Odeyên kampan ji daran hatine çêkirin.” Dema ku min bihîst ku kampa Omîd hatiye topbarankirin, hevalên min hatin burkayê min û tirs ket dile min. Ez ji xwe re wiha hizirîm û min got: “Eger hinek ji wan bi teqîna bombeyê hatibin kuştin, yên din jî bi agirê di odeyan de bimrin.”

‘Çarenûsa kurê min ne diyar e’

Dayîka ku dixwest çarenûsa kurê xwe bizanibe, bi çavên tije hêsr û bi dilekî şewat li derî dixist û wiha digot: "Derî vekin da ku ez bizanbim rewşa kurê min çawa ye.’’

Lê dayîk Sakîna Elî tu bersivek negirt. Em bi hev re çûn da ku em li lîsteya kuştî û birîndaran mêze bikin. Wê navê kurê xwe di nav miriyan de dît. Sakîna bêdeng ma; destên wê dilrizîn û qîrîna wê di qirikê wê de ew xeniqandin. Wê navê kurê xwe yî bi tenê din av lîsteyê de dît, dayîkê bi hêviya başbûna kurî xwe, ew anîbû kampê, lê ew îro bi terem wî yê bêruh re rû bi rû ma.

Hinek kesan ev tişt digotin: “Şopa hinekan ji wan nemaye, ew hatine şewitandin an jî perçe perçe bûne.”

Li dora kampê dîmenek bi tirs, tevlîhev û êşê belav bûbû. Dihat gotin ku hejmarek ji karmendan jî di nav miriyan de hene.

‘Krîza narkotîkê felaketeke mirovî ye’

Ev bûyer careke din nîşan da ku li Efganistanê krîza narkotîkê, ne tenê pirsgirêkek tenduristiyê ye lê bûye felaketeke mirovî, civakî û ewlehiyê. Her çend salên şer, xizanî û bêîstîqrariyê rê li ber belavbûna tiryakê vekiribe jî niha navendên ku ji bo dermankirin û rizgarkirina tiryakfiroşan hatine avakirin jî ji tundî û bêewlehiyê, rizgar nabin. Êrîşa li ser kampa tiryakfiroşan ne tenê jiyana mirovên bêparastin ji dest dibe, di heman demê de hêviya malbatên ku zarokên xwe ji bo dermankirin û başkirinê anîne, namîne.