Di êrişa li ser Girtîgeha Evînê de 71 kes jiyan xwe ji dest dan

Hat ragihandin di êrîşa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê de li dijî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê de 71 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nuçeyan – Berdevkê Saziya Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr, derbarê êrişa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê de li dijî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê pêkanî de daxuyaniyek da û ragihand di êrîşê de 71 kes jiyana xwe ji dest dane. Esxer Cehangîr, diyar kir ku di êrîşê de karmendên girtîgehê, leşker, girtî, xizmên girtiyan û sivîlên derdor jiyana xwe ji dest dane.

Esxer Cehangîr, derbarê birîndaran de jî ev agahiyan da: "Mixabin, di vê êrîşê de birîndar jî hene. Hinek ji birîndaran li cihê bûyerê hatin dermankirin û hinek ji rakirin nexweşxaneyê. Hinek kesên sewkê nexweşxanayê hatin kirin li ser lingan haatin tedawî kirin û hinek jî li nexweşxaneyê hatin razandin.”

'Êrîş binpêkirina qanûnên navneteweyî ye'

Peywirê Dadweriya Îranê ya berê, di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di êrîşa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê de ya li dijî paytext Tehranê de rasterast Girtîgeha Evîn hatiye hedef girtin. Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Di êrîşa dawî ya rejîma Siyonîst ya li dijî Tehranê de, hinek gule rasterast ket Girtîgeha Evîn û hinek beşên girtîgehê zirar dît. Ji bo rêveberiya girtîgehê hemû derfet hatine seferber kirin û rewş hatiye kontrolkirin. Ev êrîş binpêkirinek mezin a qanûnên navneteweyî ye."