Di êrîşa Îsraîlê ya li Xezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li Xezayê de 16 kesên di nav de jin û zarok hene hatin kuştin.

Xeza – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin. Balafirên şer ên Îsraîlê, maleke li başûr-rojhilatê Xezayê ya li Taxa Zeytûn a malbata Awad hedef girtin.
Di nav de jin û zarok 16 kes hatin qetilkirin
Di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji det dan, gelek kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di bin kavilan de gelek kes hene.
Mirovên sivîl hedef girt
Hêzên Îsraîlê, li herêma Şewke ya li rojhilatê Refahê êrîşê xaleke ku mirovên sivîl lê diman kirin û du Filistînî hatin kuştin.
Di êrîşa li ser mala malbata Burayim a li bajarokê Benî Suheyla yê Xan Yûnisê ku dikeve başûrê Zîvala Xezayê de yek jê zarok du kes birîndar bûn.
Li gorî îfadeyên şahidan, leşkerên Îsraîlê, li dijî Cîbaliye ya dikeve bakurê Xezayê, herêma Azbet Abdu Rabbu û bakurê Beyt Lahiya bênavber gule barandine.