Di erdheja Myanmarê de 3 hezar û 564 kesan jiyana xwe ji dest dan
Konseya Îdarî ya Dewleta Myanmar diyarkir ku hejmara kesên di erdheja Myanmar a ku bi pileya 7,7 û 6,4 çêbûye de jiyana xwe ji dest dane bûye 3 hezar û 564, nêzî 200 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan – 28’ê Adarê li navenda Myanmarê bi pileya 7.7 erdhejek mezin pêk hatibû, piştî wê bi çend deqeyan bi pileya 6.7 hejînek din pêk hatibû. Hejmara kesên di her dû erdhejan de jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe. Konseya Îdarî ya Dewleta Myanmar (SAC) têkildarî mijarê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên di her dû erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihaye 3 hezar û 564 kesan, hejmara birîndaran jî gihaye 5 hezar û 12 kesan.
Zêdeyî 200 kesan winda ne
Tîmên lêgerîn û rizgariyê, ji bo 200 kesên ku dihat gotin winda ne xebat dane destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Îtfaya Maynmar ve hatî dayîn, tîmên lêgerîn û rizgariyê dibin xirbeya avahiyek li bajarê dûyemîn yê mezin yê welat Mandalay de cenazeyê 10 kesan derxistine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tîmên ku ji Singapur, Malezya û Hindistan ji bo alîkariyê hatine, xebatên xwe temem kirine û vegeriyane welatên xwe.