Di doza Narîn Guran de biryar
Di doza ku gumanbarên Narîn Guran dihatin darizandin de ji bo sê gumanbaran cezayê muebeta giran hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Runiştina doza Narîn Guran ya 8 salî ku li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê 21’ê Tebaxê de winda bû û 8’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, piştî navberê berdewam kir. Dadgehê beriya biryarê der barê gumanbar dayik Yuksel Guran, ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Nevzat Bahtiyar de bide, gotinên wan yên dawî girt.
Gumanbar Yuksel Guran, Salîm Guran û Enes Guran sûcdarî qebûl nekirin. Gumanbar Nevzat Bahtiyar jî got ‘wî Narîn nekuştiye tenê biriye û ceza çi ye wê bikşîne’.
Heyeta dadgehê der barê gumabnar Salîm Guran, Yuksel Guran û Enes Guran de cezayê muebeta giran birî.
Der barê Nevzat Bahtiyar de jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara berdewama girtina wî da.