Di doza H.K.G. de 5 sal cezayê girtîgehê li 4 kesan hate birîn

Di doza derbarê H.K.G. de, keça Yusuf Ziya Gumuşel, damezrênerê Weqfa Hîranur de hatî dîtin de, 5 sal cezayê girtîgehê li 4 kiryaran birî. Doza derbarê bijîşkan de ji ber demboriyê hate betalkirin.

Stenbol – Rûniştina dawî ya doza derberê 7 kesan ku 3 ji wan karmendên giştî ne, ya derbarê zewaca H.K.G., keça Yusuf Ziya Gumuşel, damezrînerê Weqfa Hiranur a girêdayî Cemaata Îsmaîlagayê, bi Kadir Îstekli, endamê terîqetê re, dema 6 salî bû û bi salan rastî tecawîzê hatibû, hate dîtin.

Di danişîna ku li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê hat dîtin ji derveyî parêzerên aliyan, gelek kes amade bûn.

Ji ber sûcên ‘sextekariya di belgeyên fermî’ hatin darizandin

Di çarçoveya dozê de, Pisporê Neurolojiyê Arif Kemal Ozalp û Pisporê Nexweşiyên Hundirîn Mahir Orman Beker, her du jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Haydarpaşa Numune dixebitin û bi rêya raporek sextekar temenê H.K.G. mezin kirine, ji ber sûcê ‘Sextekariyên di  belgeyên fermî de’ têne darizandin; Kadir Îstekli, ku bi H.K.G. re zewicî, bavê H.K.G. Yusuf Ziya Gumuşel, hevkarê karsaziyê yê Gumuşel û karmendê weqfê Mehmet Emin Marangoz û Kubîlay Şimşek, karmendek nexweşxaneyê ya berê ku ‘alîkarî’ di mezinkirina temenê hestî yê H.K.G. de kirine, ji ber sûcê ‘Teşwîqkirina karmendek giştî sextekarî belgeyên fermî de kirine’ tên darizandin.

‘Papora temenê hestiyan a sexte’

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir, ew gihîşt wê encamê ku karmendê nexweşxaneyê Kubilay Şimşek li şûna ew kesê ku ziyan lê hatiye kirin, kesek din ji bo rontgenê amade kiriye; û kriyar Kadir Îstekli, Mehmet Emin Marankoz û Yusuf Ziya Gumuşel di pêvajoya amadekirina ‘rapora temenê hestiyan a sexte’ de bi hev re tevgeriyane. Heyetê biryar da ku kiryar Îstekli, Gumuşel, Marankoz, û Şimşek bi sûcê ‘Teşwîqkirina karmendek giştî sextekarî belgeyên fermî de kirine’ her yek ji kiryaran 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Dozên giştî yên li derbarê Arif Kemal Ozalp, Mahir Orhan Berker û Melek Gozde Luş hatine vekirin de, ji ber demboriyê, cûda cûda hatin betalkirin.

Dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Kadîr Îsteklî û Yusuf Ziya Gumuşel rakir, lê biryara domandina tedbîrên kontrola edlî yên der barê Kubilay Şîmşek û Mehmet Emîn Marankoz de da.