Di doza Gulîstan Doku de gelek belgeyên sûc hene

Di lêpirsîna Gulîstan Doku de, telefona Zaînal Abakarov salek û nîv li Daîreya Sûcên Sîber hate girtin, piştî wê gotin ‘ne amûra sûc e’. Lê belê, di lêkolînek ji hêla Buroya Sûc a Neteweyî ve hat kirin de gelek belgeyên ‘sûc’ hatin bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Zanîngeha Mûnzura li Dêrsimê Gulîstan Doku, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Her çend ev 6 sal in tu şopa Gulîstan Doku nehatiye dîtin jî, meha borî têkildarî dozê gelek kes hatin binçavkirin û çend kes hatin girtin. Piştî daxuyaniyan 12 kes hatin girtin, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Agahiyên nû yên derbarê dozê de her roj derdikevin holê. Her çiqas raporek pisporan diyar kir ku di telefona Zaînal Abakarov de tiştek wek delîlên sûc tuneye jî, parêzerê Gulîstan Doku serî li Serdozgeriya Giştî ya Dêrsimê da.

Sal û nîvek hat desteserkirin

 Serdozgeriya Giştî ya Dêrsimê di 20’ê Tîrmeha 2020’an de telefona Zainal Abakarov ji bo lêkolînê şand Daîreya Sûcên Sîber. Telefon sal û nîvekê li Daîreya Sûcên Sîber ma. Lê hat diyarkirin ku di telefonê de tiştekî ku sûc nîşan dide, nehatiye dîtin. 

Delîlên heyî wek sûc nehatin dîtin

Her çend Daîreya Sûcên Sîber ragihand ku di telefona Zaînal Abakarov de delîlên sûc nehatine dîtin jî, lêkolînên ji hêla Buroya Sûcên Sîber a Neteweyî ve hatiye kirin, derxistiye holê ku bi dehan belgeyên sûc hene.

 Li gorî îfadeyên ku piştî binçavkirin û girtinan hatine girtin, tê dîtin ku delîl hatine veşartin û ev jî nîşan dide ku çima ev 6 sal in kes nikare cenazeyê Gulîstan Doku bibîne.