Di dorpêça Kobanê de qeyrana ava paqij: Jehrîbûn zêde dibe

Li Kobanê ji ber dorpêça ku ji 18’ê Çileyê û vir ve didome, gihîştina ava paqij ne pêkan bûye. Li bajêr bûyerên jehrîbûnê alarm didin.

Navenda Nûçeyan- Dorpêça çeteyên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di 18’ê Çileyê de li ser Kobanê da destpêkirin, di roja 34’an de didome. Li Kobanê ku ji ber dorpêçê di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dijî, ji ber nebûna gihîştina ava paqij bûyerên jehrîbûnê di asteke pir cidî de zêde bûn.

Bi koçberiya ji ber êrîşan, nifûsa Kobanî ji 600,000’î derbas bûye. Koçber, li mizgeft, dibistan, zanîngeh û li Muzexaneya Kobanê ya mîna bîranîna berxwedana Kobanê hatiye hiştin dimînin. Ji ber nebûna av, elektrîk û pêdiviyên bingehîn, rayedar rewşa kesên koçber mîna ‘asta xeternak’ bi nav dikin. Mirovên ku di dîtina cih de zehmetiyan dikşînin, hewl didin bi alîkariya niştecihên bajêr re li ser piyan bînin. Tê gotin ku ev alîkariyên sînorkirî jî ji ber dorpêçê bi dawî bûne. Şert û mercên zivistanê rewşa hêyî xirabtir dike û serma bi taybetî ji bo kesên koçber ên ku li dibistan û holên mezin dimînin zêdetir bandorê çêdike.

30 hezaran nexweşan serî li nexweşxaneyê dan

Her wiha ji ber qutbûna avê, hîjyên nayê mîsogerkirin û gihîştina ava vexwarinê ya paqij pir kêm e an jî tune ye. Li gorî agahiyên qadê, di kesên ava bîran vexwarine de bûyerên jehîrbûnê tên dîtin. Di navbera 1 û 18’ê Sibatê de 9 hezar û 51 nexweşan serî li 6 nexweşxaneyên Kobanê dane. Heta niha, bi tevahî 30 hezar nexweş ji ber jehrîbûnê serî li nexweşxaneyê dane û xwestine werin dermankirin.