Di dilê şer de aloziya rêwayîtiya dadwerî
Di hefteya sêyemîn a şerê di navbera Îsarîl-DYE li dijî Îranê de, zîndanên Îranê bûne navendên bêdeng ên aloziya mirovî, rawestandina qanûnan û kêmbûna mezin ya derfetan jiyana girtiyan, bi taybetî jî jiyana jin û zarokan dike metirsiyê.
PIRŞENG DOLÎTARÎ
Navenda Nûçeyan – Di bin siya şerê niha ku derbasî hefteya xwe ya sêyemîn dibe de zîndan bûne navendên bêdengiya aloziyan. Li wir jinên girtî, bi taybetî jî dayîk, bi zarokên xwe yên ku tu sûc û gunehê wan tune ye re, di rewşeke ne aram û kêmbûna derfetan de dijîn. Ev rastî nîşan dide ku nirxên mirovî di asta herî kêm de û di şertên ku hem qanûn û hem jî exlaq hatine paşxistin de, têk çûye.
Di hefteya sêyemîn a şerekî ku bi êrîşên hewayî û têkbirina binesaziyên bingehîn a Îranê re hemwext pêk hat de, zîndan bûne yek ji qada herî tarî û kêm xuya dikin yên vê krîzê; li zîndanan kes ne tenê ji tundiya derve ne parastî ne, her wiha di hundirê avahiya ku tê de tê girtin jî ku divê herî kêm mafên wan biparêze de dorpêçkirî ne. Ya ku îro di zîndanên Îranê de diqewime, nîşaneya têkçûna kar û barê qanûnî yê dewletê di şertên awarte de ye û guherîna zîndanan ji ‘herêma îstîsnayî ’bi wateya xwe ya siyasî rastir dibe.
Di vê çarçoveyê de, rewşa jinên di zîndanan de girtî ne tevî zarokên wan di rewşek aloztir û trajîktir de ne. Ji ber ku jin û zarokên xwe ji elîtên herî qels in. Di heman demê de bi du astên tundiyê re rû bi rû dimîin: tundjiya avahiyî ya zîndanê û tundiya tevlihev ya şeran.
Qanûnek rawestandî di avahiyeke têkçûyî de
Biryara Meclîsa Bilind ya Dadwariyê ya hejmar 211 ya ku di sala 1986’an de derketiye, ku di çarçoveya ezmûnek dîrokî ya wekhev yê şerê Îran û Îraqê de hat çêkirin, rêbazek qanûnî ya bi şertên awarte ve girêdayî ye. Ev ne tenê pêşniyar e, her wiha ‘erkekî qanûnî’ ye ku dezgeha dadweriyê mecbûr dike ku hemû riyên qanûnî, ji azadkirina bi şert û merc heta guhertina biryarên girtinê û serbest berdana demkî ya bi kefalet, bi kar bîne da ku jiyana girtiyan were parastin.
Qanûn ji amûra parastinê vedigere amûra dûrxistinê
Lê ya ku îro tê dîtin, ji bo bicihkirina qanûnê nerazîbûneke bi zanebûn e. Ev nerazîbûn teysandina ‘ewlehiya siyasî ya sîstemê’ li ser ‘ewlehiya mirovahî ya girtiyan’ tê danîn nîşan dide. Bi gotineke din, girtî bi taybetî girtiyên siyasî- wek ‘xetereya ewlehiyê ya muhtemel’ tê dîtin ku divê heta di şertên xetereya jiyanê yên rasterast e de jî di bin kontrolê de bimînin. Qanûn ji amûra parastinê vedigere amûra dûrxistinê.
Zîndan an herêma şer?
Raporên ku ji zîndana Mezin a Tehranê tên, tabloya‘cîhana giştî ya piştî kerasetê’ nîşan didin; kêmbûna mezin a ava vexwarinê, kêmkirina rêjeya xwarinê, têkçûna xizmetên tenduristî, berdana kar ji aliyê karmendan ve, her wiha veguhestina berfireh a girtiyan ji zîndanên din, wek zîndana Evînê.
Zîndan vediguhere hawirdorek mirinê
Ev rewş tenê ne ji ber encama bombebaranê ye, her wiha encama têkçûna pergala desthilatê ye jî. Dema ku dewlet nikare hewcedariyên jiyanê yên di asta herî kêm de peyda bike, zîndan, wekî saziyekî girêdayî vê pergalê ye, bi lez vediguhere hawirdorek mirinê. Di van şert û mercan de, domandina girtina kesan li zîndanan dikare wek girtina di şertên ne mirovî û xeternak ji bo jiyanê were pênasekirin û dîtin, ev yek hem di qanûnên navxweyî û hem jî peymanên navneteweyî de bi awayekî vekirî hatiye qedexekirin.
Jinên girtî û zarok li ber mirinê ne
Rewşa jinên girtî di zîndanan de zêdetir bi komplekes û tund e, ji ber ku zîndan bi giştî bûye ‘herema awerte’. Jin, bi taybetî jî dayîk, ne tenê bi kêmbûna xwarin, av û xizmetên tenduristiyê re rû rû dimînin, her wiha ew berpirsiyariya lênihêrîna zarokên biçûk jî li ser xwe digirin.
Di şertên gihîştina xizmetên tenduristî yan sînorkirî an jî qut bûye, xwarin kêm bûye û têkilî bi malbatan re qut bûye, zarokên li zîndanê ku tu berpirsiyariya cezaî nînin, bûne qurbanên bêdengiya vê krîzê. Li gorî qanûnên navneteweyî, ev ne tenê binpêkirina mafên girtiyan e, binpêkirineke eşkere û rasterast ya mafên zarokan e jî.
Şer sînorên erdnîgarî derbas nekiriye, her wiha sînorên ehlaqî jî şikandiye; zarokên ku divê zêdetir werin parastin, niha bi pratîkî bi heman xetereyên ku girtiyê mezin pê re rû bi rû dimînin, ew jî di heman rewşê de ne.
Zîndan veguheriye ‘cîhaneke tarî’
Yek ji aliyên herî xemgîn a vê krîzê, qutbûn an sînordarkirina berfireh a têkiliya girtiyan bi cîhana derve re ye. Malbat nikarin werin serdanê, sînordarkirina têkiliyan û qutbûna internetê, zîndan veguheriye ‘cîhaneke tarî’, ku di zîndana de çavdêriya giştî û hesabdayîn namîne.
Di şertên wisa de, xetereyên wek darvekirinên bi lez, windabûna bi zorê û zêdebûna zextê li ser girtiyên siyasî bi awayekî giran zêde dibin. Ezmûnên dîrokî nîşan dane ku dewlet di şertên krîzên hebûnê de hewl didin dijberan paqij bikin an jî bi tundî bişopînin û zîndan yekem qada pratîkkirina vê siyasetê ye.
Rojhilat: Di xaka aloziyê de kûrbûna berterefkirinê
Di zîndanên Rojhhilat de, krîz hê zêdetir tevlîhev û komplekstir dibe. Raporên ji zîndanên Urmiyê, Mehabad, Sine, Kirmanşan û Îlam tên, nîşan didin ku veguhestinên bi zorê û cezayî zêde bûne, gihîştina dermankirinê pir kêm bûye, her wiha belavbûna hebûna hêzên leşkerî li hundir û derdora zîndanan zêde bûye.
Di van herêman de, girtiyên siyasî bi rewşek du alî rû bi rû ne: ji aliyekî ve zextên ewlehiyê, ji aliyê din ve jî bêparastina avahiyê ku berê jî ev tişt hebû. Şer ev qutbûn kûrtir kiriye û zîndan kiriye cihê ku ‘qeraxîbûna etnîkî’ û ‘sorkirina siyasî’ yên ku li hev dicivin.
Li gor peymanên Îranê di çarçoveya peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî û rêgezên mirovahî de, dewlet mecbûr e ku heta di şertên şer de jî mafên bingehîn yên kesan biparêze, wek mafê jiyanê, qedexekirina êşkenceyê û peydakirina standardên jiyanê di asta herî kêm de be jî.
Pêkneanîna biryara 211 bi rêxistinên wek Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor re alîkar nebûn, nepeydakirin an nexwestina peydakirina hewcedariyên bingehîn yên girtiyan, wek binpêkirineke giran a berpirsyariyên navneteweyî were dîtin û di hin rewşan de dighîje berpirsyariya cezaî ya karmendan.
Rawestandina temam a mafan û tecrîdkirna jiyana mirovî
Bûyerên ku di zîndanan de diqewimin ne tenê krîzek li kenarê şer in; teysandina wêneyekî ji xwezaya şer û awayê ku dewlet bi mirov re reftar dike ye. Ger li derve şer bi mantiqa têkbirin û serdestiyê ya leşkerî tê rêvebirin, li hundirê zîndanan ev mantiq bi rawestandina temam a mafan û tecrîdkirna jiyana mirovî tê dubarekirin.
Bicîhkirina bilez a biryara 211, kêmkirina hejmara girtiyan, azadkirina kesên ne xeternak, bi taybetî jin û dayîkên ku bi zarokên wan û vegerandina çavdêriya saziyên serbixwe, di van şertan de herî kêm erkên ehlaqî û qanûnî ne.
Dîrok van deman tenê wek demek şer tomar nake, wek demek ku tê de qanûn bêdeng bûn û mirov, li pişt dîwarên zîndanan bi bêdengî ber bi kenarê mirinê ve hat birin, tomar dike.