Di çalakiya gerdûnî ya ji bo mafên kurtajê de hat xwestin ku kurtaj sûc neyê dîtin
Di kampanyaya ku bi boneya “28’ê Îlonê Roja Kurtajê ya Ewlekariya Navneteweyî” li ser medyaya dîjîtal hat lidarxistin de, bal hat kişandin ku kurtaj polîtîkaya tenduristiyê ye, ne ya hiqûqa ceza ye û banga “Divê kurtaj sûc neyê dîtin” hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Emerîkaya Başûr û Karayîpan ji bo kurtaj sûc neyê dîtin di 28’ê Îlona 1990’î de çalakiya herêmî hat destpêkirin. Women’s Global Network for Reproductive Rights (WGNNR) ku kampanyaya herêmî li dar xist, di sala 2011’an de 28’ê Îlonê wekî “Roja Kurtajê ya Ewlekariya Navneteweyî” îlan kir, ji ber ku li gelek welatan gihandina kurtaja bi ewle û yasayî ne maf e.
Hat xwestin ku kurtaj wekê maf bê naskirin
Kampanyaya navneteweyî ya ku bi pêşengiya Women’s Global Network for Reproductive Rights (WGNNR) bi boneya “28’ê Îlonê Roja Kurtajê ya Ewlekariya Navneteweyî" hat destpêkirin, bi armanca naskirina kurtajê wekî maf, têkoşîna li dijî stûxwarkirina jinan a ji ber kurtajkirin û cihêkariya li ser wan tê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de îro li ser medyaya dîjîtal bi hashtagên #UnstoppableMovement (#DurdurulamazHareketimiz) ve #AbortionSolidarity (#KürtajDayanışması) hatin belavkirin.
‘Astengiyên siyasî yên li hemberî xizmetên kurtajê rakin’
Komeleya Mafên Mirovan a Jinan a ku beşdarî kampanyayê bû dîtbariyên medyaya dijîtal ên kampanyayê jî wergerandin Tirkî. Komeleya Mafên Mirovan a Jinê ku dixwaze hemû astengiyên siyasî yên li pêşiya pêşkêşkirina xizmetên kurtajê bên rakirin, wiha got: “Bi berfirehkirina pênaseyên qanûnî, zêdekirina sînorên herî zêde û rakirina erêkirina aliyên sêyemîn, qada gihandina kurtaja bi ewle berfirehtir bikin."
Di parvekirinên din ên li ser medyaya dîjîtal de jî bang hate kirin ku demildest kurtaj ji sûc bê derxistin û hate gotin: “Kurtaj polîtîkaya tenduristiyê ye, ne ya hiqûqa ceza ye.” Tu kes nikare ji ber ku kurtaj kiriye an jî ji bo kesê ku hewcedar e ku bi ewle kurtaj kiriye, cezayê girtîgehê bibire.”
Li Tirkiyeyê qanûnî ye lê astengiya ‘fiîlî’ didome
Li Tirkiyeyê mafê kurtajê ku di 27’ê Gulana 1983’an de heta 10 hefteyan bû qanûnî, lê wek ‘fîîlî’ astengî didome. Li gel ku li gelek nexweşxaneyên dewletê astengiya kurtajê li jinan tê kirin, li nexweşxaneyên ku kurtajê dikin jî zext tê kirin.
Nîvê ducaniyan bê daxwaza jinan in
Li gorî Rapora Nifûsa Cîhanê ya 2022’an a Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA); Biryara ducanîbûn yan na ji bo nîvê jinên li çaraliyê cîhanê ne hilbijartinek e. Di raporê de ducanîbûna bêxwastek weke pirsgirêkeke mafên mirovan hat nirxandin û hat destnîşankirin ku ev rewş bandoreke mezin li ser civak, jin û zarokên keç û tenduristiya gerdûnî dike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li seranserê cîhanê bi qasî nîvê ducaniyên ku her sal çêdibin, ducaniyên nexwestî ne û diyar kir ku di navbera salên 2015 û 2019’an de her sal nêzî 121 mîlyon ducaniyên nexwestî çêbûne. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 60’ê ducaniyên nexwestî bi kurtajê encam dibin û ji sedî 45’ê kurtajan ne ewle ye û ji sedî 5 heta 13’ê mirina dayîkan ji ber vê rewşê ye.
Li gorî raporê, 257 milyon jinên ku dixwazin xwe ji ducaniyê dûr bixin, rêbazên ewledar û nûjen ên kontrolkirina zayînê bi kar naynin û li gorî daneyên berdest nêzî çaryeka jinan nikarin ji têkiliya cinsî re bibêjin “na.” Li gorî raporê, tê destnîşankirin ku bi jinên rastî tundiya malbatê tên, bikaranîna rêbazên jidayikbûnê ji sedî 53 kêm e, astengiyên materyal û xizmetê di sala yekem a şewba Covid-19 de bû sedema navînî 1.4 mîlyon ducaniyên nexwestî çêbibin.