Di bin siya zextê de xwelênêrîna wek têkoşînê
Li Îranê piştî komkujiyên zivistana 2026’an û berdewamiya zextê, pêlek bêhêvîtî û hêrsa kombûyî tenduristiya derûnî ya civakê tehdît dikin.
Urmiye – Di hawîrdorekê ku armanca sereke ya avahiya zextê afirandina hestek bêçaretiyê û hilweşîna asoyên hêviyê ye de, xwelênêrîn ji çemberên takekesî derbas dibe û dibe berpirsyariyek giştî, da ku ev yek wek beşek ji têkoşîna li dijî zextê were hesibandin.
Piştî komkujiya gelek kesan di zivistana 2025’an de û berdewamiya zextê, hawîrdora ewlehiyê, zexta aborî û xemgîniya kolektîf di civaka bêaram a Îranê de pir in. Vê yekê jî bandorek cidî li tenduristiya derûnî ya kesan kiriye. Hin kes di rewşên wiha de hestên bêhêzî, bêhêvîtî û bêhêviyeke kûr dijîn. Di vê dosyayê de, ji bilî hevpeyvînek bi Derûnnasa Klînîk Eîleen M. re, derbarê xetereyên bêhêvîtiyên di vê demê de, girîngiya xwe-lênêrîn û stratejiyên lênêrînê jî têne lêkolînkirin.
Bêhêvîbûn û hêrsa tepeserkirî
Ji bo pirsa “Çima di demên tepeserkirina siyasî de xetereya bêhêvîtiyê ya kûr heye?” Eîleen M. wek pisporek payebilind a di qada psîkolojiya klînîkî de, bersivek wiha da: “Di demên wiha de, mirov ne tenê bi pirsgirêkek kesane re rû bi rû dimîne, di heman demê de bi atmosferek gefê ya kronîk re jî rû bi rû dimîne. Dema ku îhtîmala îfadekirina bi azadî ya hêrs, nerazîbûn, an tewar şînê jî sînordar be, hestên tepeserkirî di hundirê mirov de kom dibin. Li Îranê ev rewş, digel zexta aborî û hesta bêçaretiyê, dibe sedema bêhêvîtiyê ya kûr. Bêhêvîbûn û hêrsa tepeserkirî yek ji faktorên rîskê yên herî girîng in ji bo derketina holê ya ramanên din.”
‘Tundiya heyî koka travmayên heyî ye’
Di bersiva pirsa “Kî herî zêde di xetereyê de ye û çima?” de Elîeen wiha got: "Ciwanên ku vîzyonek zelal a pêşerojê nabînin, kesên ku dîroka travmayên wekhev hene, yên ku ji ber tundiya dawî xemgîn in, wek malbatên qurbaniyan û girtiyên siyasî, kesên ku tora piştgiriyê ya qels heye, û hwd. di xetereyek mezintir de ne. Dikare bê gotin ku tundiya heyî, koka travmayên heyî ye û carna ewqas kûr e ku me gelek caran ji mirovan bihîstiye ku ew ji ber saxmayînê xwe sûcdar hîs dikin. Ji aliyekî din ve, mirov berhemên ku hewce ne ku rewşan pêşbînî bikin in. Ev meyla pêşbînîkirina rewşan, niha di hemû aliyan de hatiye pirsîn. Rewş ji bo gelek kesan ne diyar e.”
Stratejiyên xwelênêrînê yên herî girîng
Elîeen axatfina xwe bi stratejiyên xwelênêrînê domand û diyar kir ku bê guman di her rewşê de psîkolojî nikare bibe reçeteyek ji bo baştirkirina rewşê. Elîeen wiha got: “Di rewşên wiha de, her yek ji me mecbûr e ku komên xwelênêrîn û piştgiriyê pêşve bibe. Stratejiya herî krîtîk ew e ku di navbera hevalên pêbawer de ‘torên piştgiriyê yên biçûk’ werin afirandin. Peymanên nenivîsandî ji bo şopandina rewşa derûnî ya hevdu ya rojane, bêyî darizandinê guhdarîkirina hêrsa kombûyî û danîna protokolên têkiliya awarte ya di kêliyên ramanên tarî de, astengiyek xurt li dijî tecrîdê diafirînin. Ev dibe sedema bêhêvîtiyê, ji ber ku bêhêvîtîya kûr, dîtina tunelê diafirîne. Wekî ku meriv ji vê tunelê bireve lê her gav rêyek derketinê heye. Her wiha, birêvebirina ‘travmaya duyemîn’ bi dûrketina ji temaşekirina dubare ya wêneyên tundî ji bo pêşîgirtina li şewitandina pergala demarî û parastina hêza derûnî girîng e. Her çend ev nayê vê wateyê ku bi tevahî ji nûçeyan dûr bikevin."
Bandora xwedîderketin û xurtkirina girêdanên mirovan
Psîkolog Elîeen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di rewşên lezgîn de ku xetera çalakiyê an jî xurtkirina ramanên bêhêvîtiyê heye û wiha got: “Divê alîkarî ji pisporên tenduristiyê bê xwestin, amûrên ji bo girtina vê çalakiyê divê ji hawîrdorê werin rakirin û hejmarên wekî 123 24/7 û hejmarên din ên wekî 1480, 1570, hwd. dikarin di rewşên krîtîk de bibin alîkar. Di dawiyê de, divê were bîranîn ku di hawîrdorek wisa de, saxmayîn, lênêrîna tenduristiya derûnî û xurtkirina girêdanên mirovan bi xwe kiryara herî mezin a protestoyê ye. Ji ber ku armanca dawîn a her tepeserkirinê, jiholêrakirina fizîkî an psîkolojîk a xwepêşanderan e. Mayîna di qada jiyanê de, dê bibe sedema têkçûna vê stratejiyê.”