Di bin rêveberiya Talîbanê de karkirina jinan: Zindanên bêdeng

Di saziyên ku piranî endamên Talîbanê lê dixebitin de, têkilî danîna bi jinan re qedexe ye. Tenê erkdarek ku ji dema hikumeta berê mabe dikare biaxive, guh bide pirsgirêkan û bişopîne.

BAHARAN LEHÎB  

Kabul – Ji dema ku Talîban hatiye ser rêveberiyê heta niha, destûr nayê dayîn ku jin di daîreyên dewetê de bixebitin. Her wiha xebatên jinan ên di saziyên civaka sivîl û UNAMA’yê de qedexe kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku xebatên jinên Efgan di saziyên civaka sivîl û UNAMA’yê de hatine qedexekirin lê belê jinên biyanî dikarin bi her cureyê cilan xebatên xwe bidomînin. Nêzî deriyên ketina hundir, Talîban ewlehiya wan pêk tîne û wan diparêze.

Heta demeke kurt, Talîban destûr dida jinan ku heta pola şeşan a seretayî bixwînin û destûr dihat dayîn ku jin di qada tenduristiyê de bixebitin. Lê belê tevî vê jî jin her roj ji aliyê erkdarên emr-i bi’l-ma’ruf ên Talîbanê ve dihatin lêpirsînkirin û zorî li wan dihat kirin ku bi saetan beşdarî perwerdeyên olî bibin.

Di demên dawî de yek ji berdevkên Talîbanê di hevpeyvînek xwe de, îdia kir ku jin di Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Perwerdeya Bilind de dixebitin. Ji bo lêkolînkirina rastiya vê îdiayê, me berê xwe da herdu saziyan û rewşa xebatkarên jin lêkolîn kir.

Dema em ketin beşa jinan a van wezaretan, ji aliyê muhafizên wezaretê yên endamên Talîbanê ve dest danîn ser telefon û hemû cîhazên ku taybetmendiya wêne û kişandina dîmen heye û destûr nadin bikevin hundir.

Ode weke girtîgehê ne   

Dema mirov berê xwe dide deriyê ketina odeya jinan, xwe wek di girtîgehekê de be hîs dike. Riya ku dikeve odeyê bi çîpên metal û perdeyan girtiye. Di nava odeyê de li çar aliyan kamera hatine bicihkirin. Pencereyek tenê jî nîn e. Di Wezareta Perwerdeya Bilind de 6, di Wezareta Perwerdeya Neteweyî de 8 jin dixebitin. Odeyên xebatê yên herdu wezaretan wekî hev in.

Van jinan, tu erkek wan a ku serlêdana karek îdarî bikin û belgeyên xwe yên perwerdeyê bigrin nîn e. Erkdar tenê belgeyan lêkolîn dikin û girêdayî kîjan yekîneyên in diyar dikin. Piştre jinên ku serlêdan dikin cilên wan tên kontrolkirin ka ji serî heta binî reş in, rûyê wan girtiye yan na? Piştre destûr tê dayîn ku di deriyek biçûk ku endamek Talîbanê lê ne de derbas bibin. 

Jinên serlêdan kirine, li gel Fatîma Xanim ku jinek extiyar e û bi zorê dimeşe û erkdar e ku jinan bibe yekîneyan. Xebatkarên jin ên di herdu wezaretan de dixebitin, bi mîzahek bi êş dibêjin:

“Ma Fatîma Xanim ji ewlehiya we berpirsyar e, em nizanin, bi vê halê xwe ger Talîban tiştekê bike wê ew we biparêze, yan hun ê neçar bimînin xwe biparêzin?”

‘Armanca me tenê xebat e’

Piranî xebatkar di daîreyên ku Talîbanî lê hene de bi jinan re tu têkiliyê danaynin lê belê ger karmendek ji hikumeta berê mabe, wê demê dikare biaxive, guh bide pirsgirêkan û bişopîne. Midura Yekîneya Jinan a Wezareta Perwerdeya Bilind Risa Safî, ji bo jin bikevin hundir ji derveyî destûrgirtinê hema bibêje tu erkek din tune ye. Di hevdîtina bi me re wiha got: “Ez û hemû hevalên kar, em dizanin tekane armanca me ya lê vê derê xebat e. Destûr didin em werin lê belê kar nadin. Tevî vê jî pêwistiya me bi mûçeyên mehane heye. Li vê derê derbaskirina kêliyek weke girtîgehê ye. Her kêlî em tên lêpirsînkirin. Ez û hevala xwe tenê ji ber du sedeman tên. Ya yekem ew e ku em dixwazin nîşan bidin di civakê de hê jin hene, ya duyem jî ji bo muçe ye.”

Talîban hewl dide nîşan bide ku di saziyên dewletê de jin hene ango tenê ji bo propagandayê ye. Jinên ku di wezaretan de hene, ne erkek wan, ne ewlehî û ne jî mafên wan ên bicihanîna erkên wan heye. Odeyên girtî, çavdêrî, biçûkxistina sîstematîk û qedexeyên giran. Ev der ji qadên xebatê zêdetir, ji bo jinên Efgan bûne girtîgehek bêdeng.