Di bin navê reformê de li Îranê mafê jinan tê binpêkirin
Li Îranê Zagona nû ya xanenişînbûnê (Teqawitbûn) ku ji aliyê hikûmeta Mesûd Pizîşkiyan ve hatiye derxistin, binpêkirinên li hember mafên jinan zêdetir kiriye.

Navenda Nûçeyan- Piştî reformên demên dawî yên ewlehiya civakî, mercên xanenişînbûna karkerên jin ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayek berbiçav zehmettir bûye. Li gor zagona nû ku di 25’ê Tîrmeha 2024’an de ketiye meriyetê, pêvajoya xanenişîniyê ji bo jinan li gor temen, ezmûn û hejmarkirina salên xanenişînbûnê aloztir bûye. Li gor madeya 76 a zagona ewlehiya civakî û zagona nû, xanenişînbûna jinan di temenê 42, 45 û 55 saliyê de çêdibe. Her yek ji van salan merc û tedbîrên zêdetir li xwe digre û xanenişînbûnê dereng dixe.
Mercê yekem ê xanenişînbûna di temenê 45 saliyê de
Di zagona berê de jinên karmend dikaribûn di temenê 45 saliyê de piştî 24 salên xizmetê xanenişîn bibin. Lê li gor yasaya nû ger jinek temenê wê 45 salî be û 24 sal xizmeta wê hebe jî nikare xanenişîn bibe, divê 30 sal û 10 mehan xizmeta wê hebe.
Mercê duyem a xanenişîniya di temenê 42 saliyê de
Li gor zagona nû, jinên karker yên temenê wan 42 sal e lê 20 sal û 8 meh xizmeta wan hebe, dikarin xanenişîn bibin. Lê li gor yasaya berê ger 18 sal xizmeta wan hebûya dikaribûn xanenişîn bibin.
Mercê sêyem yên xanenişîniyê ya di temenê 55 saliyê de
Li gor zagona berê jin dikaribûn di temenê 55 saliyê de bi 20 salên xizmetê xanenişîn bibin. Lê li gor yasaya nû salên xizmetê hatine zêdekirin û kêmtirîn mûçe jî werdigrin. Guhertinên siyasî yên rejîma Îranê ku di bin navê ‘reforman’ de bi awayek berfireh wek beşek ji şêwazên cûdakariya sîstematîk li diji jinan di pergala kar û civakî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de tê dîtin. Li şûna kêmkirina zextên aborî yên li ser jinên karmend û karker, hikûmet binpêkirinên li dijî jinan zêdetir kiriye û ji mafê xwe yê xanenişîniyê ku bi salan jê re xebat dikin, bê par tên hiştin.