Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.1 erdhej çêbû
AFAD’ê ragihand ku navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231204-20231204-e8a73cf2bd9806da87b8e203a8d3c2dc-webp2c7e24-image-jpgd1662e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû. Erdheja kul i peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê çêbû, bi kûrahiya 8.98 kîlometreyan hate qeydkirin.
Bajarên Stenbol, Bûrsa, Kocaelî û Sakarya jî bi erdhejê hesiyan.