Di Altin Portakal de banga ‘Peymana Stenbolê’

Nur Surer û Bînnur Kaya yên di 61’yemîn Mîhrîcana Navnetewî ya Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de xelata lîstokvana herî baş ya jin bi parve kirin, ji bo peymana Stenbolê cardin vegere Tirkiye bang kirin.

Navenda Nûçeyan – Di şeva girtina Mîhrîcana Navnetewî ya Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de nav û çêkerên ku xelat girtine diyar bûn. Di merasîmê de xelata lîstokvana herî baş ya jin bi rola di filmê ‘Mukadderat’ de Nur Surer, bi rola di filmê ‘Ayşe’ de Bînnur Kaya parve kirin.

Nur Surer dema ku xelat girt, derhênerên ku di 45 salên jiyana xwe ya hunerê de bi wan re xebitiye bi bîr anî, diyar kir ku hewl tê dayîn xelat werin bê nirxkirin û xelata xwe diyarî Yilmaz Guney kir.

Bînnur Kaya jî wiha got: “Xelatek wiha bi hunermendek weke Nur Surer ku ez heyranê wê me parvekirin gelek bi rumet e û ez gelek spas dikim. Ez dixwazim vê xelata xwe li ser navê kesên ku jiyana xwe qurbanî heskiriyên xwe kirine û hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane bigrim. Jinan dengê xwe derxistin, bûn yek. Qîr kirin, alîkarî xwestin û ev hate bihîstin. Ne pêkan bu neyê bihîstîn. Di heman demê de hate dîtin. Ne pêkan bu neyê dîtin. Êdî çi dikare were kirin. Jin tişta ku bikaribûn bikin, kirin. Niha ne dema axaftinê ye demê çalakiyan e. Em li bendê ne ku tiştên divê were kirin demildest bê kirin.” Pişre Nur Surer bi gotina ‘Peymana Stebolê dide jiyîn’ gotinên Bînnur Kaya temam kir.

‘Peymana ku diparêze ye’ 

Binnur Kaya wiha got: “Peymana Stenbolê peymanek e ku jin, zarok, malbat, mêr û mirovan diparêze ye. Ji ber li Stebolê hatiye îmzekirij û yekem welatê îmze kiriye em in navê wê Peymana Stenbolê ye.  Xwezî em xwedî lê derketiban. Gelek spas.”

Nur Surer ji bo xelata xwe ya di katagoriya Filmên herî baş de bigre cardin bi tîma xwe re derket ser dikê û wiha got: “Destê xwe ji zarok, jin, ajal û daran bikşînin.”