Di 74 Fermanan de hebûna xwe parastin: Em qir nebûn

Rêveberiya Buroya Jin a Desteya Kar û Barên Civakî Emîra Elî, fermana 74'an a li ser civaka Êzîdî nirxand. Emîra Elî destnîşan kir ku Êzidî bawerî û çanda herî resen a Kurdan in û ji ber ku hebûna xwe parastine bi 74 fermanan re rû bi rû mane.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ’ê êrîşeke dijwar bir ser Şengalê. Hêzên li wir bi cih bûn yên mîna PDK’ê û artêşa Iraqê nikaribûn 24 saetan li ber xwe bidin û gel di nava destên DAIŞ’ê de hiştin. Di nava vê êrîşê de yên ku herî zêde ziyanê dîtin, gelê Şengalê yê Êzidî bû ku ew êrîş weke fermana 74'an tê binavkirin. Di fermana 74'an a li ser civaka Êzidî de ku weke mezintirîn komkujiya di sedsala 21'emîn tê bilêvkirin, 2 hezar û 855 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî bi hezaran kes hatin revandin û heta niha jî agahî ji 7 hezar kesan nayê girtin.

Bi rasthatina 9'emîn salvgera fermana 74'an a li ser civaka Êzidî, rêvebera Buroya Jin a Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Emîra Elî axivî. Emîra Elî bal kişand li ser êşên ku di serî de jin, civaka Êzidî bi fermana 74’an re jiyane û da zanîn jinên Êzidî niha xwedî hêz û artêş in.

'Jinan di nava fermanan de fermaneke din jiyan'

Emîre Elî bal kişand fermanên ku li seranserî dîrokê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye pêkanîn, civaka Êzidî pê re rû bi rû maye û herî zêde jî bandorê li jinan kiriye û wiha got: "Osmaniyan wê demê jinên Kurd bi rêbazên herî hov îşkence kirin. Ji bo naskirina zayenda zarokên jinên ducanî diketin pêşbirkê. Ji bo nas bikin kî di pêşbirikê de bi ser ketiye, zikê jinên Kurd bi saxî vedikirin û dayik û zarok jiyana xwe ji dest didan. Di tevahiya fermanên ku li serê civaka Êzidî hatine rakirin, herî zêde jin bi bandor bûn.”

Radestî qebûl nekirin

Emîre Elî ya îşaret bi Fermana 74’an kir wiha domand: “Di fermana herî dawî de ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, diyar dibe ku jinên Êzidî çi jiyane. Jinên Êzidî hatin revandin, rastî tecawizê hatin. Êzidiyan teslîmkarî qebûl nekirin û xwedî li rêgezên xwe yên girêdayî Zerdeştê Kal derketin û parastin. Ji bo vê jî ew bi 74 fermanan re rû bi rû man, ev mijar jî xwe dispêre erdnîgariya Kurdistanê ku çarenûsa Kurdan her dem ji bo vê mijarê hatiye guhertin. Heta vê rojê jî hêzên li Kurdistanê serwer in ji Kurdên Êzidî û yên misilman jî ditirsin."

‘Heya niha jî jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de hene’

Emîre Elî dirêjî da axaftina xwe û bal kişand ser taybetmendiyên civaka Êzidî û xiyaneta ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li wan hatiye kirin û wiha domand: "Di dîroka gelê Kurd de hinek xayinên navdar hene. Bi taybetî jî Mihemedxêr ku di dema hevpeymana Lozanê de li gel Osmaniyan lihev kiriye û di encamê de Kurdistanê dibe çar parçe. Gotineke Mihemedxêr heye, dibêje ‘dema ku ez mirim gora min li ser riyeke giştî çêkin ji bo ku kî di ber min re çû dijûnê min bide, ji bo ku Kurd ders ji min bigrin û êdî xiyanetê li hev nekin’.

Ev xeta ku ji wê demê ve dest pê kir heta roja îro berdewam dike û ev mijar bi zanebûn tê kirin. Civaka Êzidî rêgezên xwe yên resen parast, Kurdên misilman bi riya vê olê gelek caran hatin xapandin. Êzidî heta roja îro xas diçin heca xwe ya li Laleşa Nûranî, qanûnên xwe binpê nakin, nirxên xwe heta niha parastine. Di civaka Êzidî de jin pîroz in ku ev yek jî çandeke gelê Kurd e. Ya ku bû sedema fermana 74’an xeta îxanetê bû. Dema DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê, ew dever di 24 seatan de hat talankirin û wêrankirin. 9 sal li ser vê fermanê re derbas bûn lê heta niha jî jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de ne."

‘Niha jinên Êzidî xwedî hêz û artêş in’

Rêvebera Buroya Jin a Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Emîra Elî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sedsaliya Lozanê û rewşa gelê Kurd û got: "Em niha di pêvajoya sedsaliya Lozanê de ne, ne tenê Kurdên Êzidî lê belê tevahî gelê Kurd di roja îro de ne weke sedsal berê ye. Ji bo vê em ê êdî di fermanan re derbas nebin. Niha jinên Êzidî ku ji destên DAIŞ hatine rizgarkirin, di parlamentoyên Ewropayê de cih digrin. Divê ku êdî cîhan û hêzên li ser Kurdistanê desthilatdariyê dikin vê yekê baş bizanin. Di nexşeriya nû de, em ê weke Kurd bibin xwedî destûr ango maf. Maf û hebûna me heye, ji bo vê em ê bi riya vê berxwedana ku di vê sedsalê de hatiye meşandin xwedî li maf, hebûn û statuya xwe derkevin. Em bi 100 fermanan tune û qir nebûn, berovajî em bihêz bûn û li ser lingên xwe man.

Jinên Êzidî a niha ew xwedî artêş û hêz in ku dikarin tevahî jinan jî biparêzin. Ev xal ji bo tevahî jinên Kurd derbasdar e, em weke jin ne bêçare û perîşan in. Li ser vê bingehê ez ji bo civaka Êzidî dibêjim, cudabûn di navbera me de tune ye. Di encamê de em Kurd in ku dîrok, êş, dijmin û çarenûsa me jî yek e. Lewma em ê her bimînin Kurdbûna resen berxwedanî û felsefeya me ye.”