Di 3 rojan de 10 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Eyaletên Bakurê Darfûrê û Başûrê Kordofanê yên Sûdanê, di 3 rojên dawî de şahidî ji pêla koçberiyê ya girseyî re kir. NY, ragihand ku ji ber zêdebûna bûyerên tundî û xirabûna rewşa mirovî zêdetirê 10 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin.
Navenda Nûçeyan – Pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dikeve sala xwe ya sêyemîn û Sûdan bi qeyrana koçberiyê ya herî mezin a cîhanê re rû bi rû ye. Kesên ji cih û warên xwe bûne, ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar in û bi şert û mercên mirovî yên pir dijwar û xirab re têdikoşin.
Tenê di nava sê rojan de, li eyaletên Bakurê Darfûr û Başûrê Kordofanê yên Sûdanê pêlek mezin a koçberiyê hate jiyîn. Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku zêdetirê 10 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê jî, ragihand ku nêzî 7 hezar kes ji bajarokên Um Buru û Kernoy li Bakurê Darfûrê reviyane û zêdetirê 3 hezar kes jî ji bajarê Kadugli ya li Başûrê Kordofanê ji cih û warên xwe bûne.
Li herêma Ebû Cûbeyha ya girêdayî eyaleta Kordofana Başûr şewat derketin û di encama vê yekê de 45 stargehên aydê kesên ji cih û warên xwe bûne şewitî. Di heman demê de, hejmara kesên ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ji eyaletên Bakur û Başûr Kordofan direvin zêde dibe. Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniyên xwe yên cuda de destnîşan kir ku nêzî 510 kes ji gundê El-Sencûkî yê bajarê Umm Dam Hac Ahmed li Bakur Kordofanê ji cih û warên xwe bûne û şert û mercên aloz û ne aram ên li herêmê, rewşa mirovî hêj zêdetir aloztir dike.
NY’ê, wiha diyar kir ku Sûdanê ji bo dabînkirina alîkariya mirovî ya ji bo 20 mîlyon Sûdaniyên ku bi qeyrana herî mezin a koçberiyê ya cîhanê re rû bi rû ne, hewceyê 2.9 mîlyar dolarê ye.