Di 26’emîn salvegera komployê de dê bi hezaran li Amedê bên ba hev

Di salvegera 26’emîn Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan de, bi hezaran ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin" bên cem hev.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji bo azadiya fizîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, li çar aliyên cîhanê kampanya tên lidarxistin. Di asta navneteweyî de tê xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û deriyê Îmraliyê demildest bê vekirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku dê di 12 Cotmehê de li Stenbol û Amadê di bin dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên ba hev” civîna çapemeniyê li dar bixin û 13 Cotmehê jî wê mîtîngek li dar bixin. Dê mîtîng li qada Îstasyonê bê lidarxistin. Heyeta ku di nav de hunermend û siyasetmedar jî hene heta roja mîtîngê wê li hemû bajaran li qadan bin û bangawaziyan bikin. Heyet; dê li Marmara, Ege, Çukurova, Anatolyaya Navîn û li Kurdistanê cîvînên gel li dar bixe û dê bi hezaran re bê gel hev. Her wekî din Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û hemû parlamenter di xebatan de cihê xwe bigrin.

Dê li hemû bajarên Kurdistanê bi otobusan beşdarbûn çêbibe. Tê payîn ku li bajarên Tirkiyeyê jî beşdariyek xurt çêbibe.

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Gulşen Demîr, diyar kir ku ew beşdarî kampanyayê bûne û got ku ew li dijî bêhiqûqiyên di warê hiqûqî û civakî de tên kirin û li dijî tecrîda mutleq a li ser sînor mafê hêviyê di her qadê de îfade dikin. Dîsa ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Bîrsen Kurloglu diyar kir ew wek TJA dê mal bi mal bigerin û xebat bidin meşandin.

‘Li Îmraliyê bêhuquqî roj bi roj mezin dibe’

Gulşen Demîr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ev rewş 42 meh in berdewam dike û wiha pêde çû: “Em weke endamên OHD’ê tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin dixin rojevê xebat didin meşandin. Di vê xalê de wek hiqûqî serî li her rêbazê dixin. Di demek nêz de bi hezar û 300 parêzeran re li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn serlêdanên me çêbûn. Tecrîd li milekî derbarê tiştê ku li Îmraliyê tê jiyîn de agahdar nekirina parêzeran dibe sedem ku xebatên me asteng bibin. Der barê vê mijarê de serlêdanên me li baroyan çêbûn. Ev tecrîda ku tê meşandin dikeve meha xwe ya 45’an. Îro ne tenê li Îmraliyê bandora xwe li hemû qadên civakê kiriye. Pirsgirêkên ku civak jin û zarok dijîn ji vê ne cudatir in. Em di her qadê de binpêkirina mafan dibînin û li kêleka wan bê huquqî jî berdewam dike.”

‘Haya civakê ji tecrîdê heye’

Gulşen Demîr, da zanîn ku pêwîst e haya wan ji van polîtîkayên tecrîdê yên ku li tevahiya civakê belav bûye hebe û li ser vê yekê xebat bê meşandin û wiha gotinên xwe domand “Pir girîng e ku her ferdên civakê bi hişmendiya ku bandorê li wan dike tevbigere û pêwîst e di vê xalê de xebat were meşandin û deng were derxistin. Ji bo vê me bi saziyên me ên demokratîk re kampanyaya ku heya meha Cotmehê berdewam bike da destpêkirin. Em dixwazin bi awayekî hiqûqî diyar bikin ku mafê hêviyê de tê binpêkirin. Divê mafê heviyê bi her kesê re bê parvekirin. Em ê jî di vê xalê de beşdarî mîtînga ku di 13 Cotmehê de bê lidarxistin bibin. Em hemû kesan, sazî û parêzvanên mafên mirovan dawetî vê mîtîngê dikin.”

‘Em ê li dijî behiqûqiyê li qadan bin’

Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Bîrsen Kulpoglu, diyar kir ku ew weke jin wê di tevahiya kampanyayê de li qadan bin û got: “Em bêhiqûqiya tecrîda ku ev demeke dirêj e li her qadê heye, tînin ziman. Ev kampanyaya ku me îro da destpêkirin tenê yek ji çalakiyên me ye. Dê heya meha Cotmehê ev kampanya çalak bibe û em ê li dijî tecrîdê bi gel re li qadan bin. Ne tenê li Kurdistanê dê li rojava jî xebata wê bê meşandin. Ev kampanya dê bi mîtînga fînalê bi dawî bibe lê belê xebatên me yên li dijî tecrîdê piştî mîtîngê wê zêdetir bibin. Armanca vê kampanyayê şikandina tecrîda mutleq a bi salan e tê meşandin û gotina daxwazên aştiyê ye.

Li ser vê yekê em ê weke TJA bi jinan re hevdîtinan pêk bînin û atolyeyan li dar bixin. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir îro bandoreke mezin li hemû civakê, bi taybetî jinan dike. Ev bêhiqûqî ye ku li cîhanê mînaka wê tune ye û bêdengiya saziyên navneteweyî li hemberî wê siyaseta wan a li hemberî gelê Kurd eşkere dike. Em ê li dijî polîtîkayên dewletê mil bi mil bi jinan re li qadan bin û hem tecrîd û hem jî qetlîamên li ser jinan rawestînin. Hevdîtina bi gel wê bibe yek ji stûnên vê kampanyayê. Em jî weke jin dê li qadan bin û pir xurt tevli mîtîngê bibin.” Bîrsen Kulpoglu herî dawî bang li hemû jinan kir ku li dijî tecrîdê tevli mitîngê bibin.