'Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin'
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de ji ber êrîş, tevlihevî û teqîna mayînan, 2 zarok û jinek jî di nav de 11 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de ji ber êrîş, tevlihevî û teqîna mayînan, 2 zarok û jinek jî di nav de 11 kes hatin kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku li taxa Mişleb a gundewarê Reqayê, ciwanek ji ber nakokiyên kevin ji aliyê çekdaran ve hatiye qetilkirin. Li gorî daxuyaniya SOHR’ê, li nêzî gundê Ehris ê gundewarê bakurê Helebê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Maret El Numan ê gundewarê Idlibê kesek dema çeka xwe paqij dikir çek di desta de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Şamê jî çekdarên nenas ciwanek li ser rêya mezreya Beyt Cin qetil kirin."
SOHR’ê destnîşan kir ku endamek berê yê Firqeya 25’an ku berî 10 rojan hatibû girtin, hatiye kuştin. Li nêzî keleha Selahedîn jî cenazeyê mêrekî serjêkirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku li taxa Ebû El Fîda ya Hemayê jî ciwanek ji aliyê çekdarên nenas ve hatiye qetilkirin. Li gorî SOHR’ê, li gundewarê Siwêdayê kesek, ji ber teqîna bombeyek di mala wî de jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê rojhilatê Idlibê jî çeteyek dewleta Tirk a dagirker di encama teqîna mayînekê de hat kuştin. Hat diyarkirin ku li gundê Dêr Şerqî yê başûrê Idlibê zarokek di encama teqîna mayînek de hat kuştin. Li gundê Şemsanî yê gundewarê Hesekê jî jinek ji ber teqandina guleyek ku zarokek bi çekê dilîst bi xeletî teqand, jiyana xwe ji dest da.