Di 2025’an de rojane 137 jin hatine qetilkirin

Di raporeke NY’yê de hat diyarkirin ku di 2025’an de rojane 137 jin hatine qetilkirin ku ev yek nîşaneya tundiya zêde ya li dijî jinan e.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha li dijî Hişbir û Sûcan û Desteya Jinan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora sûcên qetilkirina jinan a 2025’an weşand. 

Di raporê de hate destnîşankirin ku li seranserê cîhanê rojane 137 jin hatine qetilkirin û ji sedî 60’ê jinên kuştî, bi destê partner an jî ferdên malbata xwe hatine qetilkirin.

Der barê mijarê de, ji Gerînendetiya Beşa Siyasî ya Desteya Jinan a NY’yê Sarah Hendricks da zanîn ku sûcên qetilkirina jinan bi tenê serê xwe çênabin, lê bi berdewama tundiya ji reftarên kontrolkirinê, gef, astengî û înternetê dest pê dikin.

Sarahê diyar kir ku kampanyaya "16 Rojên Çalakiya li dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî" ya îsal aşkera dike ku tundiya dîjîtal pir caran ne tenê bi înternetê ve sînordar e, lê dibe xerabtir bibe, heta bigihêje qetilkirinê.

Sarahê anî ziman ku di tevahî warên jiyanê de mafên jinan ên ewlebûnê hebin û ji pergalan tê xwestin destwerdana zû bikin. Ji bo pêşîlgirtina sûcan pêdivî bi bicihanîna yasayên ku çawa rê li ber tundiya li dijî jinan bê girtin, heye.

Li aliyekî din gerînendeyê Nivîsgeha li dijî Hişbir û Sûcan a NY’yê got rapor bi bîr dixe ku divê stratejiyên pêşîlêgirtinê û bersivdanên edaleta cezayî yên li hember qetilkirina jinan bên pêkanîn.