Di 2025’an de li Sûdanê 14 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatin kuştin

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, bi raporek diyar kir ku di sala 2025’an de li Sûdanê 14 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Hat diyarkirin ku gelek binpêkirinên din hatine qeydkirin.

Sûdan - Li Sûdanê rojnamevan, bi gelek zoriyan re rûbirû dimînin û li jiyan û azadiya wan xeter hene. Ji derveyî binpêkirin, kuştin, binçavkirin û bi windakirina bi zorê, zextên li dijî azadiya îfadeyê, kampanyayên reşkirin û gef jî digre nava xwe. Ev rewş xebatên rojnamevanan dixe xeterê, azadiya çapemeniyê bi ezmûnek giran re rûbirû dihêle.

14 rojnamevan hatin kuştin

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, roja 14’ê Çileyê daxuyaniyek weşand, ragihand ku di sala 2025’an de 14 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Di raporê de hat diyarkirin ku 6 bûyerên  windakirina bi zorê, demek dirêj girtina 4 kesan binçavkirina 9 kesan demkî yên kêfî û 4 bûyerên edlî hatine belgekirin.

Li gorî raporê,  8 binpêkirinên derveyî sînor ku rojnamevanan dikin hedef, 19 gef, gotinên nefretê û kampanyayên reşkirinê, di heman demê de 3 biryarên saziyê ku xebatên rojnamevanan sînordar dike û pêkanîna wê belge kir.

Di raporê de rewşa rojnamevanên jin ên Sûdanê hat destgirtin, hat detnîşankirin ku bi binçavkirin, reşkirin û ‘hedefgirtina piralî’ re rûbirû dimînin. 

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, îfade kir ku bajarê El Faşir ku paytexta eyaleta bakurê Darfûra rojavayê Sûdanê ye, di sala 2025’an de binpêkirinên li dijî rojnamevanan gihîştiye asteke xeternek. Êrîş, nebûna ewlehiyê û qutbûna înternetê, xebatên belgekirinê asteng kir û kapasîteya rojnamevanan a gihandina rastiyê bi awayekî cidî hat sînordarkirin.

3 rojnamevan winda ne

Di raporê de hat destnîşankirin ku di Cotmeha 2025’an de tevî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar dagir kirin, beriya komkujiyên hemwext 3 rojnamevanên li El- Faşêrê winda bûne. Hat îfadekirin ku der barê aqubeta van kesan, şertên hatine windakirin de tu agahî nehatine girtin. Sendîkayê di raporê de bang li aliyên şer kir ku erka xweparastina sivîl û rojnamevanan bi cih binîn û divê yên ku bi kêfî hatine girtin tavilê werin berdan, aqubeta kesên bi zorê hatine windakirin were eşkerekirin.