Di 2025’an de li seranserî cîhanê 128 rojnamevan hatine kuştin
Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2025’an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin û 533 rojnamevan jî girtî ne.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) îro ragihand ku di sala 2025’an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin û zêdetirî nîvê wan Rojhilata Navîn in. Federasyonê diyar kir ku ev hejmar li gorî ya par zêde ye.
Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger ji AFP’ê re got, ev hejmar "hişyariyek sor a gerdûnî" ye û anî ziman ku hedefgirtina zêde ya rojnamevanan nîşan dide ku hawirdora xebata rojnamegeriyê xetere ye.
Anthony Bellanger fikarên xwe ji ber rewşa li Filistînê nîşan da û da zanîn ku li Filistînê di salekê tenê de 56 rojnamevan hatine kuştin.
Belanger her wiha bêcezatiya berdewam şermezar kir û hişyarî da ku nebûna edaletê dubarebûna sûcên li dijî rojnamevanan teşwîq dike.
Federasyonê destnîşan kir ku li seranserî cîhanê 533 rojnamvan girtî ne, ji çaryeka wan zêdetir li Çîn û Hong Kongê ne.
Rojnamevanên Bêsînor kuştina jî diyar kir ku di sala 2025’an de 67 rojnamevanan hatine kuştin û UNESCO’yê daxuyand ku di heman salê de 93 rojnamevan hatine kuştin.