Di 20 rojên dawî de li Îranê herî kêm 87 kes hatine darvekirin

Kampanyaya ‘Ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di 20 rojên borî de li Îranê herî kêm 87 kesên di nav de 7 girtiyên siyasî û 2 jin hene, hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Ji Darvekirinan re Na’, ku li girtîgehên seranserê Îranê didome, ket hefteya xwe ya 144’an. Di vê çarçoveyê de li 66 navendên girtinê yên cuda greva birçîbûnê ya berdewam tê meşandin. Endamên kampanyayê derbarê zêdebûna hejmara cezayên darvekirnê û gefa darvekirinê ya ku li ser girtiyên siyasî ye, hişyariyek dan.

Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê kampanyayê ve hatiye belavkirin, girtiyên li 66 navendên cuda niha beşdarî greva birçîbûnê dibin. Endamên kampanyayê bang li hemû komên alîgirên azadiyê kirin ku di têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê de bibin yek û gotin: “Serkeftina me ya di rawestandina vê makîneya darvekirin, komkujî û zilmê de, bi temamî girêdayî hevgirtina me ye. Werin em ji bo vê armanca jiyanî bibin yek.”

Di daxuyaniyê de her wiha tê diyarkirin ku di 20 rojên dawî de herî kêm 87 kes hatine darvekirin, di nav wan de 7 girtiyên siyasî û 2 jin hene.

‘Pêdiviya hemû girtiyan bi dengê me heye’

Di daxuyaniya hefteya 144an a kampanyayê de wiha hat gotin:

“Kampanyaya ‘Ji Darvekirinan re Na’ di hefteya xwe ya 144’an de, li 66 girtîgehên cuda bi biryardarî berdewam dike. Siya tarî ya cezayê darvekirinê careke din bi giranî ketiye ser gelê me. Gelê ku jiyan, azadî û rûmeta wan a mirovî di nava lepên zilmê de asê mane. Pesendkirina cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Manouchehr Fallah li Girtîgeha Lakan a Reştê, cezayê darvekirinê yê ku ji bo xwepêşanderê Ereb Ilya Ben Rashid li Îsfehanê hatiye dayîn û cezayên darvekirinê yên li dijî girtiyê siyasî Reza Zanganeh li Girtîgeha Navendî ya Kerecê û Hassan Golshannejadê ku li Girtîgeha Meşhedê bi tohmetên "ewlehiyê" tê girtin, hemû jî hişyariyeke cidî ne derbarê pêla darvekirinên li girtîgehan de û nîşana wê yekê ne ku bi sedan, belkî bi hezaran girtî niha li benda darvekirinê ne. Li hemberî vê rastiyê, bêdengmayîn ne pêkan e.

Li Îranê, cezayêdarvekirinê ne tenê bidawîanîna jiyana kesek e; Ev birîneke kûr e ku li bedena civakê hatiye vekirin. Amûrek e ku malbatan dike nav şîneke bêdawî û rêbazek e ku ji bo tepisandina dengên muxalif û belavkirina tirsê di nava gel de tê bikaranîn. Lê dîrokê nîşan daye ku tu darên sêdaredanê nikarin daxwaza mirovî ya ji bo azadî û wekheviyê ji dilê mirovan derxin, Tu cureyê zordariyê nikare lêgerîna li rastî û dadperweriyê herheyî bêdeng bike.

Encama tirsnak adarvekirinên ku di meha Cotmehê de ji aliyê rejîma dîktator a ku welatê me birêve dibe ve hatine pêkanîn, rûyê rastîn û hov ê vê zordariyê eşkere dike. Li gorî daneyên hatine ragihandin, tenê di 20 rojên dawî de—di nav de 7 girtiyên siyasî—herî kêm 87 kesên ku 2 ji wan jin in, hatine darvekirin.

Di rewşeke wiha de, helwesta Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa mafên mirovan li Îranê, Xanim Mai Sato —ku li dijî vandarvekirinan û zêdebûna zextên li ser gel derketiye— careke din girîngiya wê yekê nîşan dide ku divê civaka navneteweyî bala xwe bide ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê û bersivê bide wan. Parastina mafê jiyanê, azadiya derbirînê û mafê protestokirinê, berpirsyariyeke mirovî ye ku ji sînorên siyasî wêdetir e.

Îro, hemû girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, pêdiviya wan bi dengê me heye. Divê em nehêlin ku navên wan di nava bêdengî û bêxemiyê de bên jibîrkirin. Her gaveke ku ji bo rakirina cezayê darvekirinê tê avêtin, gavek e ber bi civakeke azadtir û mirovdosttir ve.

Em bang li hemû kesên ku nirxê azadiyê dizanin dikin—malbatên ku li dadperweriyê digerin, parêzvanên mafên mirovan, çalakvanên siyasî û kedkarî û hemû mirovên xwedî wijdan—ku li hemberî vê pêla darvekirinan bêdeng nemînin. Em ji we dixwazin ku bibin dengê kesên ku li bendadarvekirinê ne, van cezayan şermezar bikin û piştevaniyê xurt bikin da ku dawî li vê cezayê nemirovane bînin û darvekirinan rawestînin.

Serkeftina me ya di rawestandina vê makîneya darvekirin, komkujî û zordariyê de, bi temamî girêdayî piştevaniya me ye. Werin em ji bo vê doza jiyanî bibin yek.”