Di 19’ê Hezîranê de ji bo jinên Êzidî banga edaletê

Di demeke 19’ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Bikaranîna Destdirêjiyê hatiye îlankirin de, 19 jinên Êzidî di qefesek de bi saxî hatin şewitandin, nîşan da ku diruşmên navnetewî tenê wek gotin dimînin.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Di sala 2015’an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi tevahiya dengê endaman biryarek dîrokî derxist. Lijneyê, ji bo ku di şeran de destdirêjî mîna çek neyê bikaranîn, 19’ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Bikaranîna Destdirêjiyê îlan kir. Armanca sereke ya vê pêngavê, avakirina zextên cîhanî ya ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna bedena jin û zarokan e. Lê belê tenê salek piştî vê biryara dîrokî, di sala 2016’an de dema ku dinya bi amadekirina bîranîna sala yekem a vê biryarê re mijûl bû, çeteyên DAIŞ’ê di nava bajarê Mûsilê de nîşanî tevahî mirovatiyê da ku zagonên navneteweyî nikarin parastina jinên bê mal bikin û îradeyek rast a leşkerî û siyasî ya wan a ji bo bicihkirinê, tune ye.

Bazara koletiyê û şikandina nirxê mirovatiyê li Mûsilê

Ev rapor dema herî bê rehm û tarî ya sedsala 21’an nîşan dide. Dema çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina navçeyên Şengal û dora wê bi hezaran jin û zarokên keç ên Êzidî wek xenîmetên şer revandin. Dema ku van jinan birin navenda bajarê Mûsilê ku di wê demê de bûbû paytexta sereke û navenda biryardayîna vê rêxistina terorîst. Li wê derê bazara fermî ji bo kirîn û firotina mirovan ava kirin û tê de wek koleyên zayendî nêzî keçên ciwan dibûn. Di bin navê fetwaya olî de hewl didan destdirêjiya li ser bedena wan, rewa bikin. Lê belê çîroka van 19 keçên ciwan ên Êzidî bi temamî cûda bû. Ji ber ku, wan biryar dan li beramberî wehşeta çekdaran serî netewînin û kerameta pêkhate û baweriya xwe biparêzin.

Berxwedana jinên Êzidî li dijî îşkence û dadgeha şerîî ya DAIŞ’ê

Li gorî agahiyên hatine piştrastkirin, di wê demê de di nava bajarê Mûsiêl de ev 19 keçên ciwan ku temenê wan di navbera 14-25 salî de bû, piştî demek dirêj hatin girtin. Ev jin, di kampên taybet ên DAIŞ’ê de rastî îşkenceyên herî tund ên derûnî û fîzîkî, hemû cûreyên heqaretê hatin. Tevî vê jî, daxwaza lîderên rêxistina terorîst qebûl nekirin. Ev berxwedana mezin a keçên ciwan, bû sedema berteka rêveberên DAIŞ’ê. Rêxistina ku nekarî îradeya wan bişkîne, bi rêya qaşo dadgeha şerîatê ya li Mûsilê, biryara înfaza komî da. Armanc, tirsandina jinên din ên girtî bû.

Di qefesên hesin de, bi awayek zindî şewitandin

Şêwazê bicihanîna vî cezayî, wek mînaka herî berbiçav a wehşeta der mirovî ket dîrokê. Di 2’yê Hezîrana 2016’an de, di navenda bajarê Mûsilê de li ber çavê bi sedan kesan 19 keçên Êzidî di nava qefesa mezin a hesin de girtin û çeteyên DAIŞ’ê benzîn rijandin û agir avêtin. Di wê kêliyê de dengê qêrînên wan jinên ciwan ê ji bo parastina kerameta xwe, gihîşt asîmanan. Ev 19 jin bi saxî hatin şewitandin û bûn xwelî. Van jinan nepejirandin ku teslîmî daxwazên demkî yên hêzên dagirker bibin. Ev bûyer, bû sembola cîhanî ya ji bo parastina jinan a li hember faşîzma olî û leşkerî.

Nakokiyên diruşmên navnetewî

Armanca rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya derxistina biryara îlankirina 19’ê Hezîranê ya wek roja cîhanî, daxwaza ‘tundiya zayendî tenê wek encamê şer temaşe nekin, divê wek sûcê şer û sûcê dijî mirovatiyê nas bikin’ bû. Lê belê rastiya Mûsilê nîşan da ku nakokiyên di navbera diruşmên navnetewî ya li New Yorkê û li qadê de, gelek cuda ne. Dema ku bedena keçên Êzidî di nava agir de dişewitî, tu mekanîzmayek navnetewî hewl neda ku here nav dilê Mûsilê û qefesa hesin bişkêne û jiyana wan ciwanan rizgar bikin. Ev rewş, binketina civaka navnetewî ya ji bo parastina pêkhate û netewên li Rojhilata Navîn nîşan dide.

Tundiya zayendî wek stratejiya jenosîd e li dijî nasnameya Êzidiyan

Li gorî hemû pîvanên yasayî yên navnetewî, Peymanên Cenevreyê û biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ev sûc mîna beşek girîng a qirkirina civaka Êzidî tê hesibandin. Ji ber ku DAIŞ’ê destdirêjî û darvekirina jinan wek stratejiyek ji bo tunekirina nifşên pêşerojê bi kar anî. Ew ne kuştina kesek e, hewl dide ku rihê tevahiya civakek ku dixwaze li ser axa bav û kalên xwe azad bijî, bikuje.

Birînên Şengalê yên nehatine dermankirin û di parastina dîrokê de erkên medyayê

Piştî gelek sal di ser vê trajediyê re derbas bû, encamên psîkolojîk û civakî yên bûyerê hîn jî li hemû deverên Şengalê û kampên penaberan zindî ye. 19’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd, bi taybetî ji bo civaka Êzidî ne tenê rojek qanûnî ya ji bo kombûn û axaftinê ye, roja hestiyariya cîhanî ku tê de bûne qurbaniyên tundiya DAIŞ’ê ye. Pêwîst e diroknas û dezgahên ragihandinê berdewam çîrokên berxwedana van 19 jinên ciwan, ji bo nifşên pêşerojê bizanin ku bi kîjan  bedêlan rûmet û azadî hatine bidestxistin, ragihînin.